Serokê PWKyê: Rapora Komîsyonê çiyayekî xeyalî û mişkekî mirî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, rapora Komîsyonê rexne kir û got, "Ev rapor çiyayekî xeyalî û mişkekî mirî ye."
Ozçelîk her wiha helwesta DEM Partî û HUDA-PARê ya dayîna dengê "Erê" jî wekî "trajedî" pênase kir.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk derbarê rapora ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve hatibû amadekirin û 18ê Sibata 2026an li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Mustafa Ozçelîk diyar kir ku rapor bi dengên AK Partî, MHP, CHP, DEM Partî û partiyên din hat qebûlkirin û got:
"Ji bo vê rapora ku komîsyonê qebûl kiriye, gotina 'çiyayî mişkek za' têra îfadekirina meselê nake. Ji ber ku di ortê de çiyayek jî tune bû.
Çiyayekî xeyalî hat avakirin û ji vî çiyayê xeyalî jî bendewarî hatin afirandin."
"Projeya 'Tirkiyeya Bêteror' înkar e"
Mustafa Ozçelîk destnîşan kir ku komîsyon ji bo mijûlkirinê hatiye avakirin û wiha domand:
"Îro bi vê raporê re bêtir zelal bûye ku projeya ‘Tirkiyeya Bêteror’ ya ku rayedarên Dewleta Tirkiyeyê behs dikin, di rastiyê de projeyeke wisa ye ku hebûna Kurdan wekî milet tune tê hesibandin û ew ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk ên kolektîf bêpar tên hiştin."
"Behsa mafên Kurdan nayê kirin"
Serokê Giştî yê PWKyê rexne li naveroka raporê girt û diyar kir ku di raporê de qet behsa mafên Kurdan nayê kirin û wiha got:
"Di rapora Komîsyonê de, li ser mijarên wekî naskirina nasnameya Kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê, qebûlkirina zimanê Kurdî wekî zimanê fermî, qebûlkirina navên Kurdî yên cîh û waran, ronîkirina cînayetên kiryarnediyar û azadkirina girtiyên siyasî ti pêşniyar tune ne."
Li gorî Ozçelîk, pênasekirina pirsgirêkê wekî "pirsgirêka terorê" tê wateya berdewamkirina siyaseta înkar û asîmîlasyonê.
Rexneya li DEM Partî û HUDA-PARê
Mustafa Ozçelîk helwesta partiyên Kurd ên di Komîsyonê de jî rexne kir û got:
"Bê guman pirsgirêk ne tenê di naveroka vê raporê de ye. Dayîna dengê ‘Erê’ ya DEM Partî û HUDA-PARê ya bi şerhên piçûk, pirsgirêkek din e û heta bi serê xwe trajediyekê îfade dike.
Li şûna ku DEM Partî û HUDA-PAR bi şerhê dengê 'Erê' bidin, diviyabû dengê 'Na' bi kar bianîna."
Ozçelîk diyar kir ku DEM Partiyê di şerha xwe de behsa statûya neteweyî û zimanê fermî nekiriye û got, "Birêvebiriya DEM Partiyê bi kîjan hincetê dibe bila bibe, helwest û daxwaza gelê Kurd û piştgiriya bi milyonan Kurdên ku dengê xwe dane wan tune hesibandiye."
Banga avakirina heyeteke temsîlî
Ozçelîk di dawiya daxuyaniyê de bangî dewleta Tirkiyeyê kir ku bi nûnerên Kurdan re rûnê û got:
"Em dibêjin werin; bi 'Heyeteke Temsîlî ya Kurd' ku bi beşdariya partiyên siyasî yên Kurdan, saziyên sivîl û rûsipiyên Kurdan pêk tê rûnin.
Em bi hev re pêvajoyeke rasteqîn a aştî û çareseriyê bidin destpêkirin."
Ozçelîk her wiha bangî Ocalan, PKK û DEM Partiyê kir ku "dawî li hevdîtinên li pişt deriyên girtî bînin."