500 Pêşmergeyên Zêrevaniyê li benda fermana destbikarbûnê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 500 kesên ku hemû kar û barên wan ên ji bo kadroyên Fermandariya Hêzên Zêrevanî ya Pêşmergeyan qediyane, li benda fermana destbikarbûnê ne.

Birêvebiriya Ragihandinê ya Zêrevaniyê jî diyar kir ku pirsgirêk bi budce û zextên Bexdayê ve girêdayî ye.

Hinek kesên ku kar û barên wan ên tayînkirina Pêşmergetiyê bi dawî bûne ji Radyoya Rûdawê re axivîn û got:

“Em nêzîkî hezar û 500 kesî bûn û biryar hatibû dayîn ku em wekî kadroyên Zêrevaniyê bên wergirtin.

Fermana hezar kesî hat û wan dest bi kar kir. Lê em nêzîkî 500 kesî hîn jî li bendê ne û heta niha rewşa me ne zelal e.”

Wan Pêşmergeyan diyar kir ku wan hemû kar û barên îdarî û qeyda biyometrîk temam kirine lê fermana destbikarbûna wan hatiye rawestandin.

Birêvebirê Ragihandin û Hişyariyê yê Fermandariya Hêzên Zêrevanî ya Pêşmergeyan Raîd Dîdewan Xurşîd li ser mijarê ji Radyoya Rûdawê re ragihand ku pêvajoya qeydkirina wan kesan dawiya sala 2024an temam bûye.

Lê belê ji ber ku fermanên tayînkirinê mane sala 2025an, ketine ber biryara rawestandina tayînkirinên giştî.

Raîd Dîdewan Xurşîd got, “Sala 2025an ji ber zextên hikûmeta Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê û girêdana hemû pêvajoyên tayînkirinê bi budceyê ve, li seranserê Herêma Kurdistanê tayînkirin û girêbestên nû hatine rawestandin.”