Barzanî: Divê banga Ocalan bi çavekî stratejîk bê dîtin ne taktîk

22-03-2013
Sasan Kotolî
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, banga rêberê PKK Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina şerê çekdarî yê PKK li dijî Tirkiyê û destpêkirina xebata siyasî ji bo çareseriya pirsa kurd erênî nirxand û xwest ku şêwaza aştiyane ya çareseriya pirsa kurd wek stratejî bê dîtin ne taktîk.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniyeke nivîskî de piştgirî da peyama Ocalan a ku duh di mîtînga Newrozê ya bajarê Amedê de hat xwendin û diyar kir ku şêwaza siyasî û demokrastîk rêkek rast e ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê û wiha anî ziman: “Ji ber ku bi şer û şêwazê çekdarî  pirsa han nayê çareserkirin. Me jî gelek caran cext li ser vê kiriye.”

Barzanî destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê de divê pîvanên aştiyê pêk bên û bêhna hemû aliyan fireh be û wiha axivî: “Divê şêwaza aştiyane ya çareseriya pirsa kurd wek stratejî bê dtîn ne taktîk û gaveke demkî.”

Mesûd Barzanî ji hemû aliyan xwest ku bi awayekî rijd hewla pêkanîna aştî û çareseriya siyasî ya pirsa kurd bidin û amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo her cure alîkariyekî ragihand. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst