“DAÎŞ dixwaze Kobanî jî kontrol bike”


Hewlêr (Rûdaw)- Şerê ku ev çend hefte ne li herêmên Kobanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) derketiye, li hin cihan rawestiyaye û li hin cihan ji nû de destpêkir.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku ji îro serê sibehê zû de, şerê di navbera YPGê û DAÎŞê de li gundê Kendalê ê girêdayî herêma Girê Spî li rojhilatê Kobanî destpêkiriye.

Gundê Kenalê hemû nişteciyên wê Kurdin û di şerê ku berî çend mehan navbera YPG û DAÎŞê de derketibû, piraniya nişteciyan ji gund derketin û berê xwe dan Kobanî û Bakurê Kurdistanê.

Her li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, şerê navbera her du aliyan li rojava û başûrê Kobanî rawestiyaye û niha bi tenê şer li gundewarên bajarokê Girê Spî yê di bin kontrola DAÎŞê de li rojhilatê Kobanî heye.

Peyamnêrê Rûdawê got ku çekdarên DAÎŞê bi hawin û tankan gundê Kendalê topbaran dikin û ji her du aliyan de kuştî û birîndar hene.

Her du aliyên şer hejmara kuştî û birîndarên xwe aşkere nakin, lê belê YPGê di daxuyaniyekê de got ku şervanên wan bi dehan çekdarên DAÎŞê di şerê li gundê Kendalê kuştine.

Şerê di navbera YPG û DAÎŞê de piştî wê yekê destpêkir ku di destpêka vê mehê de çekdarên DAÎŞê pira Qereqozaqê û çend gund û bajarokên girêdayî parêzgeha Helebê li nêzîk Kobanî xistin bin kontrola xwe.

Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, DAÎŞê di gotara duh ya roja înê de li navçeyên di bin kontrola wê de ragihandiye ku “ewê bajarê Kobanî jî tevlî sînorê dewleta xwe ya îslamî bikin”. Roja pêncşemê jî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser gundên Til Xidir û Til Kundir ên herêma Girê Spî û gundî bi zorê ji her du gundan derxistin.

Li hember van gefên DAÎŞê ku opozîsyona Sûriyê jî wê wek alîgira rejîmê dide naskirin, şaxên her du encûmenên kurdî li bajarê Kobanî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihandin ku “DAÎŞ bi van karên xwe hewla guhertina demokgrafiya herêma Girê Spî dide”.

Her du encûmenên kurdî tekîd kirin ku ew piştgiriya YPGê û ketîbeyên Artêşa Azad di şerê li dijî DAÎŞê de dikin û bang li hemû xelkê Kobanî kirin ku li hember van êrîşan bibin yek û destê hev bigirin.