NEWROZA WANÊ – ‘Dê ev sedsal bibe ya kurdan’

Wan (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê wek li bajarê Amedê agirê Newrozê li Bajarê Wanê jî bi girseyî hate dadan. Bi tevlîbûna parlementer û serkirdeyên HDPê û DBPê, herwisa komeke hunermend Newroz li ber kelha dîrokî ya Wanê hate pîrozkirin. Di mîtinga Newroza Wanê de Parlementerê HDPê yê Enqerê Sirri Sureyya Önder amaje kir ku: "Dê ev sedsal bibe sedsala kurdan".

 

Li bajarê Serheda rengîn Wanê, du roj bû, ku berfa buharê lê dikir. Lê  gelê bajar roja Newrozê serê sibê zû û bi tevê sermayê berê xwe da Kelha Wanê.

 

Kêf û şahiya Newrozê hîn li ber derê qadê destpêkir, qada ku derdorê wê bi çeperên ewlehiyiyê hatibû girtin.

 

Di Seet 11.00ê de  bi hilkirina agirê Newrozê bernameya ku HDPê û DBPê amadekiribûn destpêkir. Parlementerên HDPê Sirri Sureyya Onder û Nadir Yildirim, Cîgira Hevseroka DBPê Gulcihan Şîmşek û Berdevka HDKê Gulistan Koçyîgît bi dorê derketin ser dike. Ji bilî pîrozbahiya Newrozê piştgirî ji bo referendûma 16 Nîsanê xwestin.

 

Parlementerê HDPê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder ji beşdaran re axivî û got; “Li Rojhilata Navîn ti mafê birêxistinkirina tirkan nemaye. Bila vê herkes baş zanibe, yê ku aşîtî, wekhevî u dewlemendî li Rojhilata Navîn bi cîh bikin gelê kurd e.”

 

Parlementerê Wanê Adem Geverî, ku ew jî yek ji vexwendiyê Newroza Wanê, ji Rûdawê re diyar kir, ku divê dewlet tabloya Newroza Wanê baş bibîne û sûdê jê werbigire.

 

Adem Geverî got; “Heta niha me nedikarî şahî miting û çalakiyan lidarbixin. Bi rastî îro ev Newroz bû wek azmûneke baş û ji bo îradeya gelê kurd ev azmûneke serkeftî bû.”

 

Bi tevlîbûna hunermend û komên muzîkê yên weke Bajar, Rojarya Koma Ribabê û Îbrahîm Rojhilat welatiyên Wanê, bi dile xwe dîlanê girtin.

 

Ji ber metirsiya şer û Rewşa Awarte hejmara beşdarvanên li Wanê li gor salên borî kêmtirbû lê li dor seet yekê meydana Newrozê tije bû.

 

Bernameya Newroza Wanê di seet 03.00yê êvarê de bi dawî hat û girse bêdeng û xirecir belav bû.