‘Ev ne hiqûq, lê zilm e’
Hewlêr (Rûdaw) - Karvedan beramberî wergirtina mafê parlemantariyê ji Omer Faruk Gergerlîoglu û hewlên girtina partiya demokrat a gelan-HDP berdewam in. Hemwelatî jî dibêjin, “Ev ne hiqûq lê zilm e.”
Van hewlan şiroveyên cuda bo wan têne kirin, û alîgir û dengderên vê partiyê jî dilgiran kirine.
Wehbî Yurek, niştecihê Amedê, dibêje, “Di hiqûqê de tiştek wisa tune ye, tenê bi zilmê vê yekê dikin, lê çi bikin jî nikarin van însanan ji doza xwe vegerînin.”
Omer Faruk Gergerlîoglu, parlemantarê dûrxistî yê HDPê, roja 17ê adara îsal mafê parlemantariyê jê hate sitandin, lê wî avahiya parlemantoyê bicî nehişt û li hola firaskisyona partiya xwe li parlemantoyê ma.
Li ser raspardeya Dozgeriya Giştî ya Komarî û bi tometa vekirina dosyeyeke nû ya lêkolînê demjimêr 06:30 di 21ê Adarê de li parlemantoyê hate girtin û heman rojê piştî hatiye girtin hate azadkirin.
Ehmed Gergerlî, niştecihê Amedê, dibêje, “Girtina Gergerlîoglu nîşan da ku li Tirkiyê demokrasî tune ye, çewt e û me dixapînin. Dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin, îradeya Kurdan tune bikin.”
Gergerlîoglu dibe 14emîn parlemantarê HDP ku jiber yekalîbûna biryara dadgehê parêzbendî ji ser hate hilanîn û mafê parlemantariyê jê hate sitandin.
Niha HDP ji tevahiya 67 kursiyên parlemantoyê tenê 55 kursiyên wê hene, eger ew daxwaza bo qedexekirina HDP ku çûye dadgeha destûrî ya Tirkiyê bê pesendkirin, dê karê siyasî li 687 berpirs û endamên HDP bê qedexekirin.