Encûmena Ewropayê: Li Tirkiyê danîna qeyûman zerarê dide demokrasiya xwecihî

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê diyar kir ku li Tirkiyê danîna qeyûman bi awayekî cidî zerarê dide hilbijartina demokratîk a welatiyan.

Li gor Euronewsê, Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê raportek amade kiriye û dibêje li Tirkiyê danîna qeyûman zerarê dide demokrasiya xwecihî.

Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku danîna berdewam a qeyûman li şûna serokên şaredariyan ên bi tohmeta terorê ji kar hatine dûrxistin, ji demokrasiya xwecihî re bûye asteng.

Herwiha di raportê û pêşnûmaya girêdayî wê de li Tirkiyê pênasekirina berfireh a tawanên terorê ku di yasaya têkoşîna Dij-Terorê de cîh dîgire hatiye rexnekirin û tê gotinku  bi awayekî cidî zerarê dide hilbijartina demokratîk a welatiyan.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, raport û pêşnûma ji aliyê Vladimir Prebilic ê Slovanî û David Eray ê Swîsreyî ve hatiye amade kirin û roja Çarşembê 23ê Adara 2022ê piştî gotûbêjê dê bikevin dengdanê.

Li Bakurê Kurdistanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31ê Adara 2019ê de 65 şaredarî bidest xistin lê bo 49 şaredariyên wê qeyûm hatin danîn û 6 ji wan jî nehatin erkdarkirin. Di hilbijartina berî wê de jî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêveberiya 102 şaredariyan bidest xist lê qeyûm bo 96ê şaredariyên wê jî hatin danîn.