Li Çewlîgê qezaya trafîkê: 13 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 13 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li ser rêya Çewlîg û navçeya wê Bongilan du otomobîlên ku heta niha navê şofêran nehatiye zanîn, li hev qelibîn.
Şofêrek di otomobîlê de asê ma
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, ambulans, cendirme û tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bongilan çûn cihê qezayê.
Şofêrê otomobîlekê asê mabû. Tîman ew şofêr ji cihê ku lê asê mabû derxist.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Li gorî zanyariyan, rewşa yek ji wan birîndaran giran e.