Li Wanê Newroz bi tevlîbûna bi sed hezaran tê pîrozkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya sed hezaran pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin dest pê kir.
Aheng îsal bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" li Parka Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê tê lidarxisitn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di nav beşdaran de ye.
Alozî derket
Di destpêka pîrozbahiyê de dema polîsan xwest lêgerîna Endama Komîteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê Derya Aslan û siyasetmedar Veysî Aktaş bikin, alozî derket.
Hevseroka DBPyê ya Wanê Cemal Demîr di pîrozbahiyê de axivî û got, "Gelê Kurdan azadiya rêberê xwe dixwaze. Em ji bo vê têkoşîneke mezin dimeşînin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Peyama Ocalan hate xwendin
Di ahengê de peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê jî hate xwendin.
Siyasetmedar Veysî Aktaş jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Aktaş destnîşan kir ku divê dewlet şert û mercên Ocalan ji bo dan û standinên demokratîk guncaw bike û got:
"Divê statuya cihê ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan lê dimîne were diyarkirin.
Pêwîst e dewlet û desthilat bilez tevbigerin."
“Divê Pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bibe”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2026an nîşana "derbasbûna ji serhildanê ber bi jinûveavakirinê û serdemeke bêpevçûn e".
Tuncer Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku hêzên ewlehiyê yên li bajêr hîn jî "bi zîhniyeta serdema kevn" tevdigerin.
Her wiha got ku hin kiryarên wan pîrozbahiya Newrozê asteng dikin.
Bakirhan hêviya xwe anî ziman ku di serdema nû de pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk were çareserkirin.
Wî tekez kir ku divê atmosfera aştiyê ji Enqereyê heta Wanê were hîskirin.
“Daxwazên Kurdan hene”
Hevserokê DEM Partiyê behsa pêvajoya çareseriyê jî kir
Bakirhan destnîşan kir ku daxwazên Kurdan hene.
Wî ew daxwaz wiha rêz kirin, “Hemwelatiya wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayîkê, demokrasiya herêmî û zelalkirina statuya Abdullah Ocalan.”
Bakirhan got, ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû beşên civaka li Tirkiyeyê jî girîng e.
Her wiha da zanîn ku ew pêvajo dikare ji bo xurtkirina bingeha wekheviyê bibe gaveke girîng.
Aheng bi stranan didome
Pîrozbahî bi axaftinên siyasetmedaran û stranan didome.
Her wiha hunermend Şiyar Berwarî, Hozan Şervan, Koma Agirê Jiyan û Koma Rojhilat jî stranên xwe pêşkêş dikin.
Îro ji bilî Wanê, li parêzgehên Riha, Stenbol, Dîlok, Çewlig, Xarpêt, Sêrtê, navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî ahengên Newrozê tên lidarxistin.