Tulay Hatîmogullari: Em dê Komara Demokratîk ava bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li Newroza Stenbolê got, “Em dê li vê erdnîgariyê Komara Demokratîk ava bikin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li pîrozbahiya Newroza Stenbolê axivî.
Tulay Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya gelan û got, “Bila dîroka berxwedan û têkoşîna Newrozê şahid be.
Em dê li vê erdnîgariyê û li vî welatî Komara Demokratîk bi hev re ava bikin.”
"Ev Newroza aştiyê ye"
Hatimogullariyê destnîşan kir ku peyama Newrozê ne tenê ji bo desthilatê ye û wiha pê de çû:
“Ev Newroz li çar aliyên welêt ne tenê ji bo desthilatê ye. Ev Newroz peyameke girîng dide hemû hêzên li herêmê û cîhanê.
Ev Newroz daxwaz û banga edalet, aştî û aramiya milyonan e.
Newroz bi her zimanî navê aştiyê ye. Nîşaneya demokrasî û azadiyê ye.
Ev Newroz, Newroza yekem a derbasbûna ji serhildanê ber bi avakirinê ve ye. Ew destpêka vê yekê ye.”
"Serfirazî dê ya gelan be"
Hevseroka DEM Partiyê anî ziman ku ew dê têkoşîna xwe bidomînin û got:
“Ew dixwazin li Anatolyaya Navîn roja bindestan bikin şev.
Mixabin Rojhilata Navîn dibe qada ceribandina hemû êşan. Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Azerî, Çerkez, Suryanî, Cihû, Xirîstiyan, Elewî û laîk bi berxwedana xwe li herêmê hene.
Em li dijî Dehaqên sedsala 21ê bi têkoşîna Kawayên şoreşger bi hev re ne.
Em dê bi vê têkoşînê bigihîjin serfiraziyê. Ev serfirazî dê bibe serfiraziya gelan.”
"Azadiya Ocalan daxwazeke sereke ye"
Hatimogullariyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên girseyê û diyar kir:
“Ez dixwazim çend xalên ku girse li wan xwedî derdikeve bînim ziman. A yekem, bi rastî jî mirov li bendê ne ku desthilat di vê pêvajoyê de gavên berbiçav biavêje.
Ne tenê li Stenbolê, doh li Amedê zêdetirî milyonek kes civiya.
Îro li 35 cihan pîrozbahiyên Newrozê û mîtîng hene.
Ji ber wê jî li Tirkiye û li Ewropayê û li çar aliyên Rojhilata Navîn di Newrozan de daxwazeke sereke derdikeve pêş.
Ew jî azadiya birêz Ocalan e. Girseyê ev yek anî ziman. Bi taybetî divê di vî warî de gavên berbiçav werin avêtin.”
"Divê girtiyên siyasî werin berdan"
Tulay Hatimogullariyê li ser girtiyên Doza Kobaniyê û tayînkirina qeyûman jî ev tişt gotin:
“Em dikarin gavên berbiçav bi du xalan bînin ziman. Divê demildest sererastkirinên yasayî werin kirin.
Di Tirkiyeyeke demokratîk û birêvebiriyeke demokratîk de divê ev mijar çênebûna.
Ev mijar çi ne? Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên Doza Kobaniyê heta niha di girtîgehê de ne.
Ew jixwe bi neheqî û bi awayekî neyasayî hatin girtin. Parêzbendiyên wan bi awayekî neyasayî û li dijî destûrê hatin rakirin.
Bi ser de jî tevî ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene, ew heta niha jî girtî ne.”
"Rejîma qeyûman didome"
“Mijareke din jî qeyûm in. Îro li Tirkiyeyê birêz Bahçelî çendîn caran got, ‘Bila Ahmet vegerin ser karên xwe.’ Lê rejîma qeyûman didome.
Her du Ahmet jî venegeriyan ser karên xwe. Bi ser de jî dema qeyûmê Şaredariya Mêrdînê yê ku li şûna Ahmet Turk û Devrîm Demîrê hatibû danîn hat dirêjkirin.
Ev yek nayê qebûlkirin. Ev tişt guman û bêbaweriyê di nava gel de çêdikin.”
Bi sed hezaran kes, ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê kom bûn û Newroza xwe pîroz kir.
Ahenga Cejna Newrozê ya Stenbolê bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.