Amedsporê li lûtkeyê agirê Newrozê geş kir
Hewlêr (Rûdaw) Tîma Amedê Amedsporê di deplasmanê de bi encameke zelal 3-0 zora Hataysporê bir.
Amedspor bi vê serkeftinê bi 67 puanan û bi ferqa maçekê careke din derket rêza yekem a lîgê û ev serkeftina Amedsporê wekî mizgîniya Newrozê dilê alîgiran geş kir.
Amedspor di maça hefteya 32yan a Lîga Yekemîn a Trendyolê de, bû mêhvanê Hataysporê.
Tîma Amedê maça ku li Stadyûma Fuat Toksay hat lîstin gelekî bi xurtî dest pê kir.
Diagne di xuleka 10an de bi gola xwe tîma xwe 1-0 xist pêş.
Amedsporê zexta xwe domand û di xuleka 23yan de Moreno ferq derxist duyan.
Nîvê ewil ê maçê 2-0 bi dawî bû.
Amedsporê nîvê duyem jî bi bandor dest pê kir.
Florent Hasani yê ku piştre beşdarî maçê, di xuleka 58an de gola sêyem avêt û maç 3-0 bi dawî bû.
Mesut Bakkal: Hedefa me 80 puan in
Rahênerê Amedsporê Mesut Bakkal piştî maçê daxuyaniyek da û pesnê lîstikvanên xwe da.
Bakkal di konferansa rojnamegeriyê de got, "Me bi başî dest bi maçê kir û me gol zû avêtin.
Piştî wê, kontrol bi temamî di destê me de bû. Hedefa me heta dawiya sezonê gihîştina 80 puanî ye.
Eger em bigihin vê hedefê, ev tîm dê derkeve Lîga Super."
Bakkal her wiha spasiya alîgirên Amedsporê kir ku ew di deplasmanê de jî bi tenê nehiştin û got, "Ew hêza me ya herî mezin in."
Çavên Amedsporê li maça Erokspor-Erzurumsporê ye
Amedspor piştî du mehan careke din derket ser kursiya lîderiyê.
Niha çavê tîma Amedê li maça Erokspor û Erzurumsporê ye ku dê saet 19:00an dest pê bike.
Niha Amedspor bi 67 puanan lîder e, Erzurumspor bi 66 puanan di rêza duyem û Erokspor jî bi 63 puanan di rêza sêyem de ye.