Li Ezaz û Efrînê êrişî Alaya Kurdistanê hat kirin: Hûrgilî çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ezazê, hinek kes ku di nav wan de çekdar jî hene, Alaya Kurdistanê şewitand û dijûn dan Kurdan.

Her wiha li nav bajarê Ezazê, ciwanekî Kurd ku bi boneya Newrozê Alaya Kurdistanê hildabû hat rawestandin û bi tundî şkence li wî ciwanî hat kirin û motorsîkleta wî hat şewitandin.

Li ser rêyan, otomobîlên welatiyên Kurd ên ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan hatin rawestandin û sivikatî bi Alaya Kurdistanê hat kirin.

Bi dehan kes ku di nav wan de çekdarên bi cilên leşkerî yên fermî jî hebûn, pê li Alaya Kurdistanê kir û otomobîlên welatiyên Kurd têk dan.

3 hezar otomobîl çûn Efrînê

Êvariya heman roja Newrozê, bi hezaran kes ji gundewarên bakurê Helebê bi otomobîlên xwe çûn nav bajarê Efrînê.

Wan gef li Kurdên bajêr xwar û êrişî Alaya Kurdistanê kir.

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re eşkere kir ku nêzîkî 3 hezar otomobîl ji Heleb, Ezaz, Til Rifat û çend gund û bajarokên din ên parêzgehê çûne nav Efrînê û tirs û dilgiraniyeke mezin xistiye nava welatiyan.

Berteka rayedarên Kurd ên Efrînê

, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-Syê) Horo Osman ji Rûdawê re derbarê van êrişên li ser welatiyên Kurd û sivikatiya bi Alaya Kurdistanê axivî.

Horo Osman diyar kir ku Kurdên li Efrînê di dema vegera ji pîrozbahiya Newrozê de rastî êrişan hatine û got:

"Otomobîlên wan hatin şikandin, Alaya Kurdistanê ji destê wan hat girtin û pê li Alayê hat kirin.

Wan nedizanî ji ber çi ev tişt tê serê wan.

 Lê piştî ku vegeriyan zanî ku li Kobaniyê bûyerek çêbûye û alaya dewleta Sûriyeyê hatiye daxistin. Ev yek bûye hincet."

"Ev kes fitneyê çêdikin"

Horo Osman da zanîn ku ew vê bûyerê şermezar dikin û wiha pê de çû:

"Alaya dewletê alaya me hemûyan e. Nûnertiya hemû gelan, Ereb û Kurdan dike. Ji ber ku bi hezaran şehîd li jêr vê alayê ketine.”

Di heman demê de em kiriyarên li hemberî miletê xwe, çi jin çi zarok û pêlêkirina Alaya Kurdistanê şermezar dikin.

Ew kesên ku vî karî dikin, fitneyê çêdikin.

 

Em ji hikûmetê dixwazin ku bi erkê xwe rabe, van kesan ceza bike û ev yek li vir raweste, çimkî xizmeta gelê Sûriyeyê nake."

“Yê ku alaya Sûriyeyê daxist kesekî nezan e"

Muxtarekî Efrînê Mihemed Ebdulhenan ji Rûdawê re derbarê heman mijarê got:

"Li Kobaniyê mirovekî nezan alaya Sûriyeyê daxist.

Ewê ku alaya Sûriyeyê daxist, ew bi xwe Alaya Kurdistanê jî qebûl nake. Çimkî mirovekî nezan e û ji xeynî xwe kesî qebûl nake.

Li hemberî vê, li vir jî hin mirovên wekî wî nezan hebûn û wan xwest tevlîheviyê çêbikin."

Mihemed Ebdulhenan da zanîn ku gel û hêzên ewlehiyê destwerdan kiriye û wiha axivî:

"Spas ji Xwedê re gel destwerdan kir û nehişt binpêkirin çêbibin.

Ewlehiya Giştî û rûspiyan jî destwerdan kir. Me nedixwest di dawiyê de rewş wiha bibe.

Me xwest çawa Newroz bi kêf û şahî dest pê kir, bi wî şêweyî jî derbas bibe.

Em dixwazin tiştekî bi xelkê bidin fêmkirin. Îro, eger kesek li Kobaniyê yan jî Cizîrê tiştekî bike, ew nûnertiya xelkê Efrînê nake."

Asayîşê derketina derve qedexe kir

Ev bûyer piştî wê yekê hat ku kesekî li Kobaniyê di dema pîrozbahiya Newrozê de alaya fermî ya Sûriyeyê anîbû xwarê.

Tevî ku Asayîşê ragihandibû ku ew kes hatiye desteserkirin jî êrişên li ser xelkê Efrînê û Alaya Kurdistanê dest pê kir.

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku êvariya Newrozê û beriya bûyera Kobaniyê, hinek Erebên hawirde rê li ber karwanê otomobîlên Kurdan girtiye û sivikatî bi Alaya Kurdistanê kiriye.

Li hemberî bûyerên li Efrînê, hinek ciwanên Qamişloyê jî êrişî baregeha Ewlehiya Giştî ya li navenda bajêr kir û alaya Sûriyeyê anîn xwarê.

Asayîşê li hin taxên Qamişloyê û Hisîçayê heta demjimêr 08:00ê sibehê qedexeya derketina derve ragihand.