Hakan Fîdan Newroza Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wergirt.
Hakan Fîdan di peyama xwe de pîrozbahiyên herî germ gihandin Nêçîrvan Barzanî û Newroz wekî sîmbola xêr, hêvî û xaleke sereke ya çanda hevpar a herêmê pênase kir.
Fîdan hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya xurtkirina dostanî, lihevtêgihiştin û parastina nirxên hevpar.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser rewşa niha ya herêmê û destnîşan kir ku herêm bi gelek astengiyan re rûbirû ye.
Hakan Fîdan hêvî kir ku ev cejn aştî û aramiyê ji bo hemû mirovahiyê bîne.
Hakan Fîdan di dawiya peyama xwe de silavên xwe yên ji dil gihandin Nêçîrvan Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê û hêviya saleke tije aştî û aramiyê ji bo wan xwest.