Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û nivîskarê navdarê fransî Chris Kutschera û xanima xwe serdana navenda Tora Medyayî ya Rûdawê kirin û kêfxweşiya xwe bi hebûna toreke medyayî wek Rûdawê di nava Kurdan de anîn ziman.
Chris Kutschera îro danê êvarê serdana navenda giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî yê torê Ako Mihemed ve hat pêşwazîkirin.
Kutschera, kêfxweşiya ji hebûna navendeke medyayî ya mîna Rûdawê li Herêma Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku serdana wî bo Herêma Kurdistanê ji ber wê ye ku girîngiyê dide rewşa Kurdistanê.
Nivîskarê navdarê fransî ku hevjîna wî jî pêre bû, xwestibû Rûdawê û karê wê bibîne lewma ev serdana han encamda û derbarê Rûdawê de got ku dema ew berî çend salan hatibû Kurdistanê û serdana navenda televîzyonekê kiribû, ew tenê odeyek bû û pir besît bû, lê dema ew niha Rûdawê dibîne ew weke televîzyoneke profesyonel û modern ku pir rêk û pêk dibîne û got, ew bi vê yekê gellekî şad û kêfxweş bû.
Chris Kutschera rojnamevanekî pispor e di warê Rojhilata Navîn de lê bi taybetî derbarê pirsa kurdî de. Çend pirtûk derbarê pirsa kurd de belv kirine, mîna: Tevgera Netewî ya Kurd, Meşa Dirêj a Kurdan, ku hejmarek mezin ji gotar û wêneyên derbarê Kurdistanê de ne, pirtûkên Reş a Seddam Husên, Xewna Dîn a Serxwebûnê.




Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse