Amed (Rûdaw) – Daxwaza berdana 43 girtiyên siyasî yên kurd ku di çarçoveya operasyonên KCkê de hatibûn girtin, bi hêceta ku “tirsa wê heye birevin û delîlên sûcên xwe ji nav bibin” ji aliyê dadgeha bajarê Amedê ve hat redkirin.
Piştî berdana 48 girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê dadgeha sêyemîn a cezayê giran a Amedê, parêzerên doza KCKê bo berdana 43 girtiyên din serî li dadgeha duyemîn a cezayê giran a Amedê dan.
Li gorî DÎHAyê, lê dadgehê bi hêceta ku ew girtî eger bên berdan tirsa wê heye birevin û delîl û belgeyên ku sûcên wan îsbat dike, ji nav bibin lewma daxwaza berdana wan nayê qebûlkirin.
Di şiroveya hêceta biryara dadgehê de ev jî hatiye gotin ku her çiqas girtiyên zêdetirî 5 sal in di girtîgehê de ne jî lê ji ber sebebên han nayên berdan.
Di nav girtiyên KCKê de parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle û 6 şaredarên berê yên BDPê jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse