Ji bo zarokên Kurd ên Êzidî navendek hat vekirin

22-04-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Zarok Navend
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Navenda Bihara Hêviyê ya li Duhokê ku zarokên Kurd ên Êzidî ji serê sibehê heta êvarê têde dileyizin, stranan dibêjin û fêrî zimanê Îngilîzî û komputerê dibin,  du armancên wê hene bo lixwegirtina wan hemû zarokên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, Yekem; jibîrbirîna fikra radîkal ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn fêrkirin, Duyem; kêmkirina wê guvaşa derûnî ya ku di mêjiyê wan de çêbûbû.

 

Damezrênera Navenda Bihara Hêviyê Lisa Miara dibêje: “Bawer nakim pirsgirêkeke wan hebe, bawer nakim ew perwerde û mêjîşûştina ku DAIŞê kiriye, pirsgirêka wan be, ew zarok balkêş in, ew zarokên ji Baxozê hatine, pênc sal temenê zarokî ji wan hatibû dizîn.”

 

Piştî ku bi hezaran zarok ketin destê DAIŞê, fêrî bikaranîna çek û dijayetîkirina wan hemû aliyan kirin ku dijî DAIŞê radiwestiyan, Zarokên Êzdî baştir çîrokên bin destê DAIŞê ve dibêjin.

 

Kurdekî Êzidî yê bi navê Mahir Xelîl diyar kir: “Wan ders li ser xwe û ola xwe fêrî me dikirin, lê li vê derê wan tiştan fêr dibin ku xizmet û sûdê dighîne me, wek zimanê Îngilîzî û komputer, ji bo me fêdeya van tiştan heye, lê li wê derê wan ew tiştên di berjewendiya xwe de fêrî me dikirin, ne bo fêdeya me.”

 

Li wê navendê perwerdekirina zarokan li ser jiyaneke nû, ne karekî asan e, bi taybetî piştî ku piraniya wan 5 sal temenê xwe yê zaroktiyê di bin perwerdeya DAIŞê de derbas kirin, DAIŞê herwiha ew zarok fêrî wê yekê kirine ku ti perwerdeyeke din jî qebûl nekin.

 

Pizîşkê Derûnî û Serokê Navendê Dr. Seîd Xwedêda diyar dike: “Ew zarok li ser çekan hatine perwerdekirin, fêr kirine ku tiştên din qebûl nekin, hatine fêrkirin ku tenê ewana qebûl bikin ku heman îdeolojiya DAIŞê ye, lewra wek min got, perwerdekirina wan gelekî zehmet e, divê gav bi gav be, divê aqilê zarok 180 pile ji wê keş û hewaya lê dijiyan bo wê keş û hewaya niha bê guhertin.”

 

Li wê navendê 290 zarokên Kurd ên Êzidî tên perwerdekirin, di nav wan de hejmareke kêm a jin û mêran jî hene. Piştî bidawîanîna desthilata DAIŞê li Baxoza rojhilatê Firatê û naskirina xelkê li Kampa Holê, ew navend zêdetir pêşwaziyê li Kurdên Êzidî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst