PAK: Li Bakurê Kurdistanê rojnamevan bûne hedefek berçav
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek bilav kir û got; “Heta îro jî rojnamevanên Kurd ji ber kiryarên dewletên desthiladar nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cih bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tê girtin.”
Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê bi helkefta 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek weşand û diyar kir; “Rojnameya pêşîn a kurdî, Rojnameya Kurdistan, 123 sal berê, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji aliyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Başûrê Kurdistanê, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.”
Di peyama xwe PAK dide zanîn: “Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar derket. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya Dewleta Osmanî, Miqdat Midhet Bedirxan hew karîbû derxista, ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina Rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma Dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsreyê û Brîtanya dest bi derxistina Rojnameya Kurdistanê kir. Rojnameya Kurdistanê, li ser hev 31 hejmarên wê derketin (hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).”
PAKê dîroka rojnamegeriya kurdî weke “Beşa herî girîng a dîroka vê sedsala gelê kurd” binav kir û daxuyand; “Derketina rojnamegeriya kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna xwe avakirina neteweyî ya modern a gelê Kurd e. Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.
Çend sal piştî derketina rojnameya Kurdî ya pêşîn (Kurdistan,1898), rêxistina netewî ya pêşîn (Kurdistan Azmî Qewî Cemîyetî-1900) jî ava bû. Ji wê rojê ve jiyana têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê Kurd mil bi mil heta îro hat û îro jî her bi awayê neteweparêzîyê berdewam e û dimeşe.”
Di daxuyaniya xwe de PAKê bal kişande ser şert û mercên zehmet ên rojnamegeriya kurdî û got; “Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên kurdan derketine. Lê hertim dewletên kolonyalîst li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e. Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin.”
PAKê destnîşan kir, ku heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cih bînin, weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tê girtin. Herwiha di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de jî rojnamevan bûne hedefek berçav. Ji aliyê dewletan ve tên zindankirin û tên qetilkirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de PAKê got; “Rojnamegeriya kurdî ji aliyekê ve mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye. Bi vê minasebetê, em hemû rojnamevanên Kurd ên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi giramî bibîrtînin û dibêjin roja rojnamegerîya Kurdî pîroz be.