Li Rihayê cîran pev çûn: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, cîranan bi dar û keviran pev çûn û 5 kes birîndar bûn.

Li navçeya Eyyubiyeyê ji ber sedemeke hîn jî diyar nebûye, cîran bezîn hev û bi dar û keviran pev çûn.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên polês û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 5 kesên di pevçûnê de birîndar bûn, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Her wiha di pevçûnê de xesar gihîşt hin otomobîlên parqkirî.