DEM Partî: Rojnameya Kurdistanê bûye navê heqîqetê
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser rojnameya yekem a Kurdî got, “Rojnameya Kurdistanê ji vê hêla xwe ve ji rojnameyekê wêdetir, bûye navê heqîqetekê ku 127 sal berê li Rojhilata Navîn, li dijî înkar, îmha û tunehesibandinê şewq daye."
Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.
Sala 1898an, wate 127 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.
Li Başûrê Kurdistanê 75 salan piştî derketina vê rojnameyê (sala 1973yan), 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozkirine belav kir.
"127 sal li dû rêça heqîqetê: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be"
DEM Partî di peyama xwe ya pîrzobahiyê de wiha got:
"Rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin.
Ev rojname ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya neteweyî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin.
Ev rojnameya ku di çapemeniya Kurdî û jiyana entelektuel ya Kurdan de bûye xala werçerxê mixabin li sirgûnê di nav şert û mercên dijwar de hatiye derxistin û di bin pest û pêkûtiyan de maye.
"Çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye"
Digel ku ji welêt dûr hatibe derxistin jî çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye û rastiya gelê Kurd aniye zimên.
Rojnameya Kurdistanê ji vê hêla xwe ve ji rojnameyekê wêdetir, bûye navê heqîqetekê ku 127 sal berê li Rojhilata Navîn, li dijî înkar, îmha û tunehesibandinê şewq daye.
Lewma roja derxistina rojnameyê yanê 22yê Nîsanê ji sala 1973yan û vir ve wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.
"127 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî li ser rêya Mîqdat Mîdhed Bedirxan dimeşin"
127 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin.
Rojnamegerên Kurd ên ku heqîqetê dinivîsin, hem bûne şahidê dîroka berxwedanê û hem jî bûne parçeyek ji vê dîroka berxwedanê. Ji bo vê yekê wan berdêlên giran dane.
Ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90î de wekî ronahiyekê sekna xwe parastiye û di salên 2000î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye.
Ev rêwîtiya ku bê hedan ber bi heqîqetê ve diçe îro li çar aliyên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê veguheriye hêza watedar a lêgerîna Aştî û Civaka Demokratîk.
"Rojnamegeriya Kurdî bûye sembola berxwedanê"
Ji ber vê yekê jî Roja Rojnamegeriya Kurdî ne tenê roja cejnê ye, di heman demê de bûye sembola berxwedan û têkoşîna heqîqetê.
Cejna Rojnamegeriyê bi taybetî li damezrênerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û li hemû xebatkarên çapemeniya Kurd pîroz be.
Em di şexsê Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan de hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî, dilovanî û minetdarî bi bîr tînin.
Em bi rêzdarî li ber bîranînên wan, mîrateya wan a têkoşînê û berxwedana wan bejna xwe ditewînin."