Li Wanê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Mereşê erdhejeke bi hêza 4 pileyan rû da.

Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 03:39an çêbûye.

AFADê da zanîn ku vê erdhejê di kûrahiya 6,95 kîlometrayan de rû daye.

Li Wan û navçeyên wê jî hest bi erdhejê hat kirin.

 Li gorî zanyariyan erdhej nebûye sedema ti rewşên neyînî lê demeke kurt bûye cihê metirsiyê.