Xwendekaran ‘henek’ kir: Mamosteyên xwe bi jehrê xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li dibistaneke keçan a li bajarê Melekşayê ya parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê, çend xwendekaran madeyeke jehrî xistine nav çaya mamosteyan û ew bi jehrê xistine.

Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku roja duşemê li Dibistana Sedîqey Tahireyê 3 xwendekarên keç madeyeke jehrî ya ku nayê zanîn çi ye xistine nav çaya mamosteyan û ji ber vê 3 mamoste û karmendekî dibistanê bi jehrê ketine.

Li gorî medyaya Îranê, di encama bûyerê de rewşa mamosteyekê xirab bûye û li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Her wiha her 3 kesên din jî li ser lingan hatine dermankirin û ew şandine malê.

Beşa Pêwendiyan a Birêvebiriya Perwerdeyê ya Melekşayê ragihand, “Wan xwendekaran ji bo henekê mamosteyên xwe bi jehrê xistine.”

Li gorî rapora Birêvebiriya Perwerdeyê ya Melekşayê lêkolîna li ser bûyerê berdewam e.