Serok Barzanî: Rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz e ji bo nasandina doza gelê Kurd
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 127emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û tekez li ser girîngiya ragihandinê ji bo pêşxistina hişyariya neteweyî û parastina zimanê Kurdî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got:
"Bi helkefta sed û bîst û heftemîn salvegera derçûna yekemîn Rojnameya Kurdî ku hevdeme bi roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû rojnameger û medyakarên Kurdistanê dikim."
Serok Barzanî di peyama xwe de amaje pê kir ku rojnamegerî û karê ragihandin û medya faktereke girîng a pêşxistina hişyariya neteweyî û parastina zimanê Kurdî ye.
Her wiha diyar kir ku ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz e ji bo nasandina doza rewa ya gelê Kurd bi cîhanê û her wiha amrazeke bi bandor e ji bo parastina çanda pêkvejiyan û kûrtirkirina çanda aştîxwaziyê.
Serok Barzanî ji rojnameger û medyarên Kurd xwest ku di kar û erkên xwe de profesyonel bin û bi awayekî pispor bi rûdan û pêşhatan re têkiliyê deynin û biha û berjewendiyên gelê Kurd li ber çav bigirin.
22yê Nîsana her sal wekî Roja rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin ku ew jî vedigere derketina yekem Rojnameya Kurdî bi navê "Kurdistan" ku di sala 1898an de ji aliyê Mîr Mîqdat Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatiye derxistin.