MÊRDÎN - DEDAŞê dest danî ser trafoyên gundekî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê tîm û karmendên Kompanya Dîcleyê ya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ), bi alîkariya hêzên ewlehiyê dest danîn ser trafoyên elektrîkê yên gundekî.

Xelkê gund nerazîbûn nîşan da û çû ser trafoyan û hewl da rê li ber biryarê bigirin.

Lê hêzên ewlehiyê xelkê gund ji cihê bûyerê dûrxist.

Karmendên DEDAŞê doh li gundê Warga Xensê yê navçeya Dêrikê bi hinceta ku qaşo hinek cotkaran deynê elektrîkê nedaye dest danîn ser wan trafoyan ku li navçeyê ji bo avdana çandiniyê dihatin bikaranîn.

Xelkê gund çûn ser trafoyan û hewl da ku tîman rawestînin.

Piştî destêwerdana tîman bi piştgiriya hêzên ewlehiyê, xelkê gund ji cihê bûyerê hat dûrxist û tîman dest danî ser trafoyan.

Cotkarên gund dibêjin ku ji bo avdana zeviyan pêwîstiya wan bi elektrîkê heye û bi rakirina trafoyan nikarin avdanê bikin û berhemên wan rûbirûya metirsiya hişkbûnê dibe.

 Kompanya Dîcleyê ya Belavkirina Elektrîkê, heta niha ti daxuyaniyên  fermî li ser vê mijarê nedaye.