Nêçîrvan Barzanî bangî rojnamegeran kir: Ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamegeran daxwaz kir ku bi dilsozî û pîşetiyeke mezin, berjewendiya giştî û aştiya civakî biparêzin û got, “Ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 128emîn a derketina Rojnameya Kurdistanê ya bi pêşengiya Miqdad Mîdhet Bedirxan û salvegera 28emîn a damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ev roj li hemû rojnameger û medyakarên Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

"Em pêbendî azadiya rojnamegeriyê ne"

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew careke din tekezî li ser pêbendbûna xwe ya neguher a bi parastina azadiya rojnamegeriyê dikin û got:

"Azadiya derbirîna ramanê wekî bingeheke sereke ya demokrasiyê û civakeke medenî ya bi pêşketî ye."

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew dê ji bo dabînkirina jîngeheke guncav û dûrî her astengiyekê ya ji bo karê medyayî xebatên xwe bidomînin û wiha pê de çû:

"Bi vî awayî dê mafê gihîştina agahiyan misoger bibe û parastina pîşeyî ya ji bo rojnamegeran bê dabînkirin."

"Rojnamegeriya azad hevpareke bibandor e"

Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku rojnamegeriya azad û wêrek, di avakirina hikûmeteke baş û dadperwer de hevpareke bibandor e.

Serokê Herêma Kurdistanê ji rojnamegeran daxwaz kir ku bi dilsozî û pîşetiyeke mezin, berjewendiya giştî û aştiya civakî biparêzin û got:

"Rola xwe di bicihanîna çanda pêkvejiyanê, hevdûqebûlkirin û lêborînê de bilîzin.

Her wiha ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin."

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de, silav li bîranîn û giyanê şehîdên rojnamegeriyê û wan hemû pêşengan kir ku temenê xwe ji bo xizmeta peyva azad terxan kirine.