PAK: Bi dronan êrişî baregeha me hat kirin û 3 Pêşmerge birîndar bûn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Êriş PAK Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku berbanga îro Îranê bi 4 dronan êrişî yek ji baregehên wan kiriye û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya PAKê êriş saet 01:24ê berê sibehê pêk hatiye.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dibêje, "Ev êriş tenê du saetan piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara dirêjkirina agirbestê ragihand."

3 pêşmerge birîndar bûn

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê êrişê de 3 pêşmergeyên Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê birîndar bûn."

PAK vê êrişê wekî "bêwatekirina agirbestê" û "bikaranîna atmosfera aştiyê ya ji bo êrişkirina ser hêzên Pêşmerge" pênase dike.

"Qehremanên şerê li dijî DAIŞê ne"

PAKê bal kişand ser nasnameya birîndaran û got:

"Ew kesên ku berbanga îro bi dronên Îranê hatin armanckirin, qehremanên şerê 3 salan ê li dijî DAIŞê ne.

Her wiha ew kes in ku êrişên 20ê Çiriya Pêşîn a 2017an ên Hêza Qudsê û Heşdî Şebiyê yên li ser Hewlêrê têk birin."

Ji 28ê Sibatê ve 732 êriş

Ji 28ê Sibata îsal ve heta îro, bi 732 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de heta niha 21 kesan canê xwe ji dest daye û 99 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst