Gurlek û Çîftçî li ser Doza Gulistan Dokuyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand, “Xebatên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de bi hevahengiyeke xurt a hemû saziyên dewletê bi hûrgilî didomin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlak û Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê lêpirsîna Gulistan Dokuyê de daxuyanî dan.

Daxuyaniya Akin Gurlek

Akin Gurlek di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Xebatên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de bi hevahengiyeke xurt a hemû saziyên dewleta me bi hûrgilî didomin.

Li ser bingeha prensîba ku ti kes û sazî ji hiqûqê bilindtir nîne, hemû îdiayên ku tên kirin bi awayekî cidî tên nirxandin; pêvajoyên dadî û îdarî bi awayekî hevdem û bibandor didomin.

Wekî ku Serokkomarê me Birêz Erdogan gotiye, em dê ji bo ku 'Sedsala Tirkiyeyê bikin Sedsala Dadê' hemû gavên pêwîst bi biryardarî biavêjin.”

Daxuyaniya Mustafa Çîftçî

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî jî li ser lêpirsîna Gulistan Dokuyê ev daxuyanî da wiha anî zimên:

“Alîkarên Wezîrên me yên Karên Navxwe û Dadê îro li Dêrsimê bi sazî û rayedarên pêwendîdar re civiyan.

Fermandariya me ya Giştî ya Cendirmeyan di çarçoveya xebatên lêgerînê de piştgiriya teknîkî û lojîstîkî dide.

4 Serpereştyarên me yên Niştimanî û 2 Serpereştyarên me yên Polîsan, çi di aliyê îdareya niştimanî û çi jî di aliyê Ewlehiyê de, bi hûrgilî lêkolînê li ser wê yekê dikin bê ka îhmaleke rayedarên wê demê heye an na.

Bêyî ku em ti îdiayê bêbersiv bihêlin û ti îhmalê ji nedîtî ve bên, em dê ji bo ku rastiya şênber bi hemû aliyên xwe ve derkeve holê, vê pêvajoyê heta dawiyê bi biryardarî bidomînin.”