Li Kurdistanê teyr têne azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Jîngehê li Başûrê Kurdistanê bang li hemwelatiyan dike ku ajel û çûkên xwe yên kovî azad bikin.


22ê Gulanê, wekî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ve hatî destnîşankirin, Roja Cîhanî ya Cihêrengiya Biyolojîk e.


Desteya Jîngehê li Başûrê Kurdistanê bi boneya rojê, daxuyaniyeke bi sernava "çûk û ajelên kovî beşek in ji hevsengiya jîngehê û serweta niştîmanî" belav kir. Desteyê ragihand ku ew dê bi çalakiyekê sedan ajelan azad bikin û wan vegerînine nav sirûşta cihê wan ê rasteqîn.


Daxuyaniyê hemwelatiyan vedixwîne çalakiyê û dibêje "hemû dostên jîngehê û xemxwarên sirûşta Kurdistanê dikarin beşdarî me bibin û ajel teyrên xwe azad bikin."


Çalakiya azadkirina ajel û teyrên kovî êvara Yekşemê li parka "Hewarî Şar" ya Silêmaniyê tê lidarxistin.


Li gorî yasayên Kurdistanê nêçîra pezkovî û teyran qedexe ye.