Awareyên Xurmatû spasiya Renc Sengawî û Wezîrê Koçberên Iraqê kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rêxistina Cemawera Xurmatû Dr. Faxir Ebas spasiya kanala Rûdawê û Renc Sengawî kir, ku bi rêya bernameya Ligel Renc kampanyaya "Jiyan ji bo vejîna Xurmatû" ragihand û diyar kir: “Em spasiya Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Derbaz Mihemed dikin ku malên me yên şewitandî qerebû kirin.”
Faxir Ebas ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ragihandina kampanyaya 'Jiyan ji bo vejîna Xurmatû' li bernameya Ligel Renc a Rûdawê pereyeke baş ji bo kampanyayê hat berhevkirin, bir rêya wê bernameyê ji Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Derbaz Mihemed hat daxwazkirin ku malên şewitandî yên Xurmatûyê werin qerebûkirin.”
Ebas herwiha eşkere kir: “Xweşbextane Derbaz Mihemed daxwaza me bihîst û tevî ku ew bi xwe hat serdana Xurmatû kir, qasî 541 milyon û 653 hezar dînar jî qerebûya malên şewitandî da. Îro ew pere bi ser 251 malbatan de hat dabeşkirin, her malekê li gor zirara ku dîtiye hat qerebûkirin.”
Serokê Rêxistina Cemawera Xurmatû spasiya pêşkêşvanê Rûdaw TV Renc Sengawî kir, ku çend bernameyên taybet li ser êş û janên awareyên Xurmatûyê çêkirin û got: “Em hewldanên Rûdawê û Renc Sengawî yên ji bo awareyan ji bîr nakin, ku bi awayekî gelek dilsoz li ser vê mijarê xebitîn.”
Şeva 08-03-2018an li bernameya Ligel Renc, Rêxistina Cemawera Xurmatû bi amadebûna beşek ji xelkê Xurmatû, kampanyaya "Jiyan ji bo vejîna Xurmatû" ragihand û ji Wezareta Koç û Koçberên Iraqê û aliyên peywendîdar daxwaz kir ku alîkariya kampanyayê bikin.
Di 16ê Cotmeha 2017an de ji ber hatina Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê bo Xurmatû, nêzîkî 8 hezar malbatên Kurd ên Xurmatû aware bûn û hêj beşeke wan venegeriyane cih û warên xwe.
Li gor raporta meydanî ya Rûdawê li navçeya Xurmatû çekdarên Heşda Şeibî gelek binpêkirinan li hember Kurdên navçeyê kirine, bi dehan xaniyên Kurdan piştî talankirinê şewitandine û teqandine. Ev ji bilî destdirêjiya seksî û talankirina bazara mezin a Kurdan. Di êrişên ku bi ser Xurmatûyê de hatin kirin, 250 malên Kurdan hatin şewitandin, 70 xanî hatin teqandin û nêzîkî du hezar mal jî hatin talankirin.