KERKÛK - Kompanyaya Petrola Bakur dest datîne ser gundên Kurdan
Kerkûk (Rûdaw) – Li ser gilî û doza Kompanyaya Petrola Bakur a ser bi hikûmeta Iraqê li Kerkûkê, biryara desteserkirinê ji bo pênc kes ji rûniştvanên sê gundên Kerkûkê derketiye û ji wan kesan re hatiye ragihandin ku divê malên xwe birûxînin û divê ew bixwe pereyê rûxandina malên xwe jî bidin.
Ew her pênc kes akinciyên gundên Hencîre, Çoplîce û Bacwan ên ser bi Kerkûkê ve ne û bi gotina wan kesan, dadgehê ji wan re ragihandiye ku ew dê bi zîndanîkirinê bêne sizadan û zêdebarê zîndanîkirinê, divê malên xwe biûxînin û her bixwe jî pereyê rûxandina malên xwe bidin.
Kompanyaya Petrola Bakur dibêje, ji sala 1975ê ve zeviyên wan gundan li ser navê wê kompaniyê hatine tomarkirin û nabe ku ti kes nîştecihê wan gundan be.
Mam Şerîf yek ji akinciyên gundê Hencîre yek ji wan kesan e ku dadgehê biryar li dijî wî daye. Mam Şerîf ji Rûdawê re dibêje, gundê Hencîre di serdema Beis de hatibû wêrankirin û wan piştî nemana rejîma Sedam gundê xwe dubare avedan kiriye.
Mam Şerîf herwiha dibêje, dadgehê ji wî re gotiye ku wî mala xwe bi awayekê neyasayî li nav milkê Kompanyaya Petrola Bakur çêkiriye û tekez dike ku dadgehê li gor biryarên Encûmena Serkirdatiya Şoreşê ya serdema Beis biryar li dijî wî û kesên weke wî daye, ku ew biryar piştî nemana rejîmê hatibûne betalkirin.
Welatiyekî din ê gundê Hencîre ku dadgehê ew jî bang kiriye, dibêje, her carê 4-5 kesan ji me bangî dadgehê dikin û ji me re dibêjin ku we mal û xaniyên xwe bi awayekê neyasayî çêkiriye.
Ew yek di demekê de ye ku di sala 2005an de bi agahdariya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ew gund hatine avedankirin. Niha jî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê xelkê wan gundan mafdar dibîne û dibêje, Kompanya Petrola Bakur a ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve binpêkariyan dike.
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawê re dibêje: “Me gilî kiriye di derbarê wan gundan de û têkildarî wan gundan biryara Encûmena Parêzgehê heye ji bo vegeryana xelkê wan gundan û herwiha biryara Wezareta Petrolê jî heye ku ew kes li cihê xwe bimînin. Niha aliyek wan karan dike, ew yek karekî neyasayî û nedestûrî ye û em bi ti awayî li hember vê yekê bêdeng nabin.”
Pişî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ku kontrola Kerkûkê ketiye destê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê, kêşeyên li ser erdê û zeviyên çandiniyê li wê parêzgehê kûrtir bûne.
Erebên hawirde piştî bûyerên 16ê Cotmehê û heya niha, hewl didin dest bi ser erd û zeviyên çandiniyên yên gundên Kurdan de bigrin û heya niha çendîn caran êrîşî ser çend gundan kirine.
Di wan çend rojên bihorî de jî, erebên Hawirde bi ser çend gundên ser bi bajarokê Sergeran a Kerkûkê de girtibûn û agir berdabûne zeviyên genim ên çend gundên Kurdan.