22-05-2022
19:18
Nêçîrvan Barzanî serdana teşkîlata PDKê ya li Silêmanî-Helebceyê kir
Nêçîrvan Barzanî serdana teşkîlata PDKê ya li Silêmanî-Helebceyê kir
Piştî civîna li gel berpirsên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) û Komela Dadgeriya Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Encûmena Serkirdatiya Silêmanî-Helebce ya PDKê kir.
Peyamnêrê Rûdawê li cihê civînê Horvan Rifet ragihand, li baregeha Encûmena Serkirdatiya Silêmanî-Helebce ya PDKê, rayedar û endamên wê partiyê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kirin.
Besam Elî, Endamê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî-Helebce ya PDKê ji Rûdawê re got, serdana îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê “giringiyeke taybet” a xwe heye, ji ber ku niha rageşî û aloziyek li Kurdistanê heye û tekez wî destpêşxerî heye.
Besam Elî got, “Em hêvîdarin serdana wî bibe sedema nemana aloziyan û em geşbînin ku destpêşxeriya kek Nêçîrvan wiha bike ku çareseriyek ji bo pirsgirêkan bê dîtin.”
18:20
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, pêwîst e hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekgirtî bimînin daku bi hev re li hember asteng û pirsgirêkan derkevin.
Îro Yekşembê 22ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke pilebilin serdana Silêmaniyê kir û gelek civîn û hevdîtin ligel aliyên siyasî pêk anîn. Nêçîrvan Barzanî herwiha beşdarî di merasima derçûna efserên xûla 6 a efseran û xûla 16 a Pêşmerge li Kolêja Serbazî ya Qela Çuwalan a Silêmaniyê de kir.
Têkildarî vê serdanê û hevdîtinên xwe yên ligel aliyên siyasî, Nêçîrvan Barzanî li ser Twitterê peyamek weşand û têde dibêje, “Keyfxweşim ku vedigerim Silêmaniyê. Di merasima derçûna li Kolêja Serbazî ya Qela Çuwalan de amade bûn û ligel serkirdeyên siyasî jî civiyam.”
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a twîtta xwe de dibêje, “Pêwîst e em yekgirtî bimînin, daku em bersiva astengên heyî bidin û berdewam bin li ser parastina mafên xelkê Herêma Kurdistanê.”
17:12
Nêçîrvan Barzanî serdana Elî Bapîr kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemî 22ê Gulana 2022 li Silêmaniyê serdana Komela Dadgerî ya Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya bo Silêmaniyê û hevdîtinên ligel aliyên siyasî de, serdana baregeha sereke ya Komela Dadgerî ya Kurdistanê kir û ligel serokê wê Elî Bapîr civiya.
Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel li ber deriyê baregehê ji aliyê Serokê Komeleya Dadgerî Elî Bapîr û rayedarên pilebilind ên wê partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Horvan Rifet diyar kir, li gor zanyariyan Komela Dadgerî dê projeyeke xwe bide Serokatiya Herêma Kurdistanê û dê paşê naveroka wê projeyê ji medyayan re aşkere bike.
Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi taybet posta serokkomariya Iraqê û hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, rikeberiya tund a navbera PDKê û YNKê û asayîkirina têkiliyên navbera aliyên siyasî mijarên sereke yên hevdîtinê ne.
16:35
Nêçîrvan Barzanî ligel rayedarên Tevgera Goranê civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemî 22ê Gulana 2022 li Silêmaniyê ligel rayedarên Tevgera Goranê civiya,
Piştî civîna ligel berpirsên YNK û Yekgirtî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana baregeha sereke ya Tevgera Goranê kir û li gel berpirsên wê tevgerê civiya.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li baregeha Goranê rêkxerê berê yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî, Sekreterê Civata Niştimaniya Goranê Şêx Kamîl Pêncwênî û endamên Civata Niştimaniya Goranê Bextiyar Welî û Dilêr Ebdulxaliq pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kirin.
Di civînê de mijarên weke posta serokkomariya Iraqê, rikeberiyên navbera PDKê û YNKl, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, nakokî û şerê medyayî yê navbera PDKê û YNKê ku ev heftiyek e hatiye rawestandin, asayîkirina peywendiyên navbera aliyên siyasî hatin gotûbêjkirin.
14:42
Nêçîrvan Barzanî ligel Selahedîn Behaedîn civiya
Serokê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê li gel aliyên siyasî dicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê li gel aliyên siyasî dicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.
Piştî civînê jî, Serokê Herêma Kurdistanê serdana Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kir û li gel Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî Selahedîn Behaedîn civiya.
Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê li gel serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistan Elî Bapîr, herweha rêkxerê berê yê Tevgera Goran Umer Seyid Elî jî bicive. Serokê Herêma Kurdistanê serdana Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmaniyê jî wê bike.
14:20
Berpirsên YNKê pêşwaziyê li serdana Serokê Herêma Kurdistanê dikin
Serokê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê ye
Berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Silêmaniyê bi girîngî dibînin û dibêjin gotinên Srokê Herêma Kurdistanê ji aliyê her kesî ve hatiye qebûlkirin û beriya niha jî di rewşên ku hê zêdetir nearamiya li ser aliyên siyasî serdest bûye de înîsiyatîf wergirtibû.
Berpirsê Yekeya 70 ya Hêzên Pêşmerge û endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Mistefa Çawreş di berisva pirseke Rûdawê de ragihand, hatina Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Silêmaniyê , gaveke girîng e ji bo yekrêziya nav mala Kurdî ,ku di vê rewşa niha de gelekî pêwîst e.
Mistefa Çawreş diyar jî kir, ku divê PDK û YNK bi yek lîsteyê biçin Bexda.
Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Westa Resûl ji Rûdawê re raghand, ew bi hêvî ne bi ku hatina Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Silêmaniyê bibe cihê yekrêziya nav mala Kurd, ku berî niha jî hewlên weha dane, ji ber ku ji hemû aliyan ve tê qebûlkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê li Silêmanîyê ligel Hevserokê YNKê Bafil Talebanî civiya û piştre jî serdana Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn kir û biryar e ligel Emîrê Komeleya Dadgerî û berpirsên Tevgera Goranê bicive.
Ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku, ji ber nakokîyên siyasî sarbûnek di navbera alîyên siyasîyên Herêma Kurdistanê bi giştî û PDK û YNK bi taybetî de çê bûye. Nêçîrvan Barzanî di di peyamên xwe de tekezî li ser nehiştin û ji nû ve destpêkirina peywendîyên xurt ên navbera alîyên siyasî dike.
13:11
Nêçîrvan Barzanî li gel Bafl Talebanî û serkirdatiya YNKê dicive
Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî li gel şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi Serokatiya Bafl Talebanî li Qeleçwalanê dicive û li ser çend mijaran gotûbêjan dikin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê li ser mijarên weke posta Serokkomar, pirsgirêkên di navbera PDK û YNK, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û asayîkirina peywendiyên di navbera aliyên siyasî de gotûbêj dike.
12:05
Nêçîrvan Barzanî: Divê YNK û PDK destê hizbî ji ser Pêşmerge bikşînin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma derçûyên dewreya 16emîn a Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê de axivî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê di axaftina xwe ya li merasima derçûna pileya şeşemîn a efseran û pileya 16 a Pêşmerge li 3. Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê de, pîrozbahî li 503 efser û derçûyên hemû navçeyên Herêma Kurdistanê kir. Nêçîrvan Barzanî diyar kir divê YNK û PDK destê hizbî ji ser Pêşmerge bikşînin.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew çirûskeke nû dixin nav refên Pêşmerge û daxwaz kir ku divê bilez yekkirina Hêzên Pêşmerge were kirin û “destê hizbî ji ser Pêşmerge were bikşînin.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Ji bo parastina şanazî, rêz û hezkirina Pêşmerge divê bibin yek.
Yekkirina Hêzên Pêşmerge pêwîstî bi kar û pêngaveke bi lez û bi bawerî heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke axaftina xwe de ragihand ku parastina serweriya Iraqê di berjewendiya her welatiyekî Iraqî de ye û Pêşmerge parlamento û çendîn dezgehên Iraqê parastiye.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Wezîrê Berevanî û Serokerkanê Artêşa Iraqê kir ku, wek di destûra Iraqê de heye û divê wek beşeke sîstema berevaniya Iraqê, Hêza Pêşmerge bibînin û pêdiviyên Pêşmerge dabîn bikin. Divê di yekkirina her du lîwayan de lez bikin ku rê li ber bihêzbûna DAIŞê li herêmê were girtin.”
Axavtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Kêfxweş im ku îro beşdarî merasima derçûna xweştirîn kesên Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman dibim. Di serî de ez pîrozbahiyê li hemû mamoste û rahênerên her du xulên 16emîn ê bineretî û 6ê amadekirina efseran dikim. Hûn du sal û sê mehan di perwerdeya bineretî û neh mehan jî di perwerdeya amadekirina efseran de erka xwe bicîh anî.
Ez destxweşiyê li karmendên Koleja Serbazî ya 3 ya Qelaçolanê dikim ku ji bo dabînkirina hemû pêdiviyên ji bo serkeftina van her du xulan gelek xebat kirin.
Rola Koleja Serbazî ya 3 di perwerdekirina hêzên Pêşmerge û hêzên leşkerî yên Iraqê de, berçav û hêja ye. Divê ez bibêjim ku Koleja Serbazî ya Qelaçolanê bîranîneke girîng a Serok Mam Celal e.
Ez yek bi yek pîrozbahiyê li wan 503 efser û derçûyên ku ji hemû parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok beşdarî kursê bûne, dikim û pîrozbahiyeke taybet li van keçan dikim ku beşdarî vê xulê bûne. Hêvî dikim ku mînakên wan li Kurdistanê gelek bin.
Bi baweriya min hûn di warê teorî û pratîkî de gelek tişt fêr bûne û dikarin xwîn û hêzeke nû bixin nav Hêza Pêşmerge û ez pîrozbahiyê li dê û bav û merivên wan derçûyan dikim, spasiya wan dikim ku zarokên xwe pêşkêşî Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kirine. Destxweşiyê li hevkariya Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê dikim ji bo berdewamiya hevkariya wan bi Koleja Serbazî re.
Pîrozbahiyê li Pêşmergeyan dikim
Gelê Kurdistan û Iraqê, ez pîrozbahiyê li we dikim ku hûn derçûna vê pola Pêşmerge li vir dibînin, ji ber ku ew dê bibin alîkarên mezin ji bo parastina serweriya Iraqê, parastina serweriya Iraqê di berjewendiya her welatiyekî û herêma Iraqê de ye. Parastina Iraqê ji bo me gelekî girîng e û parastina Herêma Kurdistanê weke beşek ji dewleta Iraqê divê ji bo her Iraqî û hemû saziyên dewleta Iraqê girîng be û wek erkekî hevbeş were dîtin.
Bihêzbûna Iraqê û parastina berjewendiyên gelê Iraqê dê Herêma Kurdistanê jî di nav de hemû navçeyên Iraqê bi hêz bike.
Federalî ji bo hêsankirina birêvebirina karûbarên navxweyî yên welat û wekheviya di navbera civak û navçeyên Iraqê de ye. Federalî serweriya Iraqê lawaz nake lê dê hevkariya me li Iraqê bihêztir bike.
Destûra Iraqê bi vê têgihiştinê ji nû ve hat nivîsandin, ji ber wê jî em her tim daxwaz dikin ku em li gorî ruhê destûrê bi hev re tevbigerin ku em di wê baweriyê de ne ku eger wisa bibe em hemû serketiyên proseya siyasî ya Iraqê ne.
Dema ku sînorên Iraqê, hêz û biryarên wê ji destwerdanên derve tên parastin, ev yek di tevahiya berjewendiya Iraqê de ye. Dema ku hemû herêm, parêzgeh û deverên Iraqê bên paraztin, ev yek jî di berjewendîya hemû Iraqiyan de ye. Ev nerîna me li Herêma Kurdistanê ye û pêşmerge bi vê hest û bawerîyê perwerde dibin. Ji ber vê yekê em bi serbilindî dibêjin ku piştî herifîna rejîmê di sala 2003an de asayîşa li deverên Bexda û parlamentoya Iraqê di ewlehiyê de ma, ji ber ku parastina wan erkê Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Li gor gotinên şahidan pêşmerge bi awayekî profesyonelî karên xwe kirine û niha li hin ji wan cihan bi rêve dibin.
Pêşmerge beşdarî rizgarkirina Kerkûk û Diyala û navçeyên din bû
Herwiha pêşmerge di şerê DAIŞê de hevbeşek û piştgiriyeke xurt bû artêşê û hemû hêzên çekdar ên Iraqê re û parêzgehên Kerkûk û Diyala parastin û di rizgarkirina Beşîr, Mûsil û gelek cihên din ên Iraqê beşdar bûn.
Ji ber evê çendê ez daxwazê ji hemû Iraqîyan dikim ku li dijî grûpên neqanûnî yên nava Iraqê yên ser Herêma kurdistanê bin. Ew grûp bi van kiryarên xwe rê li ber aloziyên berdewam xweş dike û ew dixwazin ku zemîn ji binpêkirina serwerîya Iraqê re berdewam be. Aramî û aştiya hemû bajêr û cihên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî û aramiya Hewlêrê, Necef, Silêmanîyê, Besra, Duhokê û Enbar hemû bi yek ve girtî ne. Serweriya me hemûyan li Iraqê hevbeş e, û bi heman şêwe berjewendî, serkevtin û şkestinên me hevbeş in.
Ez dixwazim di vê merasîmê de daxwazê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Wezîrê Berevanî û Serokerkanê Artêşa Iraqê bikim ku wek di destûra Iraqê de hatiye dîyarkirin, weke beşekî sistema bergirîya Iraqê li Hêzên Pêşmerge binerin û pêwistiyên Pêşmerge pêk bînin.
Herwiha pêwîst e, lez li destpêkirina her du tabûrên hevbeş were kirin ku biryar hatiye girtin rê li ber xurtbûna DAIŞ'ê li herêmên nakok were girtin.
Mixabin rojane welatiyên gund û deverên dimînin nav sînorê madeya 140 ya destûrê de, pêşmerge, artêş û Heşda Şeibî rastî êrîşên terorîstên DAIŞê tên. Ji ber ku êrîşên DAIŞê yên li van herêman zêde dibin, asayîkirina rewşa li Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Xaneqîn, Gulala û herêmên din, ji her demê bêhtir pêwîst e ji bo aramkirina Iraq û Kurdistanê.
Divê hemû alî bibin alîkar ku DAIŞ xurt nebe
Divê em hemû bibin alîkar da ku DAIŞ xurt nebe û divê em rê nedin ew hevakarî têk biçe ku di şerê DAIŞê de di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de çêbûye.
Operasyonên hevbeş ên di van demên dawî de di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de li dijî DAIŞê pêk hatin, karekî serkeftî bû, lê ev jî têrê nake û pêwîstî bi çalakiyeke hevbeş a berdewam heye. Destpêkirina herdu lîwayên hevbeş ên pêşmerge û artêşê di vî warî de dê bibe pêngaveke baş.
Gelê Kurdistanê yê hêja
Heta niha her du Hêzên Piştevaniyê yên 1 û 2 û lîwaya 22 ya Hêzên 70 û 80 di bin Wezareta Pêşmerge de hatine bicihkirin. Ev pêngavekî girîng e û cihê destxweşiyê ye ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û hevpeymanan lê rêkxistin û yekkirina Hêza Pêşmerge pêwîstî bi kar û pêngavên bi lez û bi bawerî ye.
Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de qehremaniyeke wisa nîşan da ku ji aliyê netewe û serokên mezin ên cîhanê ve hat pesinandin û wek her carê bû cihê şanaziya gelê Kurdistanê. Ji bo parastina şanazî, rêz û hezkirina Pêşmerge divê Hêza Pêşmerge bibe yek.
Rast e li gor yasayan Serokatiya Herêma Kurdistanê erka wê ya Fermandeyê Giştî yê Hêza Pêşmerge heye lê ji bo çaksazî û yekkirina Pêşmerge were cibicîkirin divê YNK û PDK bi bawerî û bê poşmanî biryarê bidin ku destê hizbî ji ser karûbarên Pêşmerge bikşînin. Bi vê şêweyê çaksazî û yekkirina rasteqîne ya Pêşmerge dest pê dike û bi ser dikeve, heger na ew tişta ku hatiye cîbicîkirin tevî hemû nakokiyên siyasî dê hilweşe.
Yeknekirina Pêşmerge, hêz û dezgehên asayîşê bûye sedem ku hemû nakokiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê rasterast bandorê li ser asayîş û derûniya welatiyan, bazar, karsaz û kesayetiyên xelkê vî welatî bike. Wisa lê hatiye kirin ku gel çaverêyî parçebûna Herêma Kurdistanê û şer bikin ku xweşbextane di demên herî dijwar de jî min ev yek ne mumkun dîtiye lê divê xem, metirsî û hesasiyeta gelê Kurdistanê ji bo me girîng be. Divê me han bide ku em wan sozên ku partiyên me dane gelê Kurd cîbicî bikin, bi sonda her yekî ji me bi gelê Kurdisanê û ruhê şehîdan xwariye ku me soz daye Pêşmerge bikine hêzeke niştimanî, dûrî destwerdana hizbî, rê li ber parçebûna ax û gel û berjewendiyên gelê me bigirin.
Heger em dixwazin rêz li ruhê şehîdan bigirin, heger em dixwazin rêz li tekoşîna Pêşmerge bigirin ku di rêya parastina Kurdistanê û destfeftan xwîna xwe rijandin, heger em dixwazin heza Pêşmerge di dilê gel de biparêzin, qehremaniya Pêşmerge di çavê cîhanê de neşkînin divê di demeke kurt de destwerdanên partiyan di nav karûbarên Pêşmerge de bi dawî bibe.
Gelek armancên rewa, pîroz û mezin hene li Kurdistan û Iraqê ku dikarin xwe serqal bikin û destkeftên Herêma Kurdistanê pêş bixin.
Nabe ku hizb dudil bin ku destên xwe ji karûbarên Pêşmerge vekêşin, ji ber ku hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê du dezgehên niştimanî ne ku baweriya gel û partiyên Kurdistanê pê tê, Parlamentoya Kurdistanê jî wek dezgeha herî bilind a çavdêr bi ser Hêza Pêşmerge de çavdêrî dike.
Alîkarî berdewam in
Çima divê em lezê bidin birêxistinkirin û yekkirina Pêşmerge? Şerê me yê berfireh li dijî DAIŞê bûye sedem ku baştirîn şêwirmendên leşkerî yên cîhanê alîkariya Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge bikin, îro jî ev alîkarî berdewam in. Cihê şanazî, spas û rêzê yê gelê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ne.
Hevpeymanan dest bi projeyeke gelekî baş kirine ji bo şêwirmendî û alîkariya Pêşmerge ji bo rêkxistin û yekkirina wê di bernameya Pêşmerge de, ev jî dê bibe derfetek ku vê derfetê ji dest nedin bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê. Hevpeymanan alîkariya Pêşmerge dikin lê di nav Hêza Pêşmerge de nakevin nav nakokiyên YNK û PDKê.
Daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikim ku bi cidî piştevaniya vê proseyê bike, ji ber ku destkefteke niştimanî ya Iraqê ye û Pêşmerge bi serbilindî beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye.
Pêşmerge îspat kiriye ku parêzvanê hemû gelê Iraqê ye
Di şerê li dijî DAIŞê de, Pêşmerge bi xwîna xwe îsbat kir ku parêzvanê hemû gelê Iraqê û piştevanê artêşa Iraqê ye. Her wiha divê em bi cidî dest bi tevlîkirina hemû pêkhateyên Kurdistanê di nava hêzên Pêşmerge de bikin, gelekî girîng e ku Tirkmen, Asûrî, Keldanî, Suryan,Êzidî û hemû pêkhate bi rêjeyeke berçav beşdarî Hêza Pêşmerge bibin. Ev ne xerîbê dîroka Pêşmerge û xwîna bi sedan Pêşmergeyên Ereb, Mesîhî, Êzidî û Tirkmenan e di destanên Pêşmergeyan de ku bi xwîna xwe nivîsandine.
Êdî zemînek heye bo nermbûn û diyalogê
Ji bo kêmkirina nakokiyên siyasî û bandora wan li ser rewşa Kurdistanê, me wek erkê xwe yê yasayî di Serokatiya Herêma Kurdistanê de hewl daye ku çareser bikin û me bi berdewamî ligel hemû aliyan gotûbêj kirine. Ez bi kêfxweşî dibêjim ku êdî zemînek heye bo nermbûn û diyalogê bi hev re heye û şerê medyayê jî hinekî kêm bûye. Di rastiyê de, nakokiyên me yên pir mezin nînin ku neyên çareserkirin lê carinan em astengên derûnî çêdikin ji bo ku em bi hev re rûnin. Ev rewş gelek caran di nav YNK û PDKê de durist dibe ku bi rastî nerehetî ye ji bo hemû gelê Kurdistanê. Me berê jî wisa kiriye, divê niha jî wisa bikin ku hikûmet, parlamento, dadwerî û serokatiya Herêma Kurdistanê nebin qada nakokiyên hizbî, divê her dûr bin ji wan milmilaneyan.
Dahata Kurdistanê ji bo hemû kesê ye
Dahata Herêma Kurdistanê ji bo hemû karmend û hemû xelkê Herêma Kurdistanê ye, di heman demê de divê biryarên hikûmet û hemû saziyên Herêma Kurdistanê li hemû deveran bi hev têgihîştinê bên cîbicîkirin.
Mixabin ji ber nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê gelek caran ez hest bi bêhêvîbûn û reşbîniya gelê Kurdistanê dikim, ev yek gelekî bi êş e lê ez her dem geşbîn im ji ber ku baweriya min bi hişyariya gelê Kurdistanê heye.
Divê Pêşmerge xwe ji nakokiyên siyasî dûr bixe
Ez gelek caran dibihîzim ku efser û piledarên Pêşmerge bi niştimanperwerî pirsgirêkan û heta çareseriyan jî pêşkêş dikin, ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me ku, eger Pêşmerge bi rêk û pêk were her dem dikare ji aliyê gelê Kurd û cîhanê ve were hezkirin û divê bi temamî xwe ji nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dûr bixe. Erka Pêşmerge parastina destkeftên Herêma Kurdistanê ye ku bi xwîna sedhezaran şehîdan hatine bidestxistin. Pêşmerge divê wefadarê sonda xwe be, dûrî milmilaneyên nav partiyan be.
Sedema ku ez bi derçûna van her du xulên Pêşmergeyan gelekî kêfxweş im ew e ku ez dizanim bi ruhekî neteweyî û li gor zanyariyên serbazî yên pêşketî hatine perwerdekirin.
Careke din pîrozbahiyê li we hemûyan dikim, her bijîn û serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim, bijî Kurdistan, bijî Kurd, avedan be welat.
10:57
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna esfer û perşmergeyan
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna esfer û perşmergeyan
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê merasîma derçûna xula 16mîn ya efseran li Kolêja serbazî ya Qelaçiwalan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê birêve diçe. Piştre Serokê Herêma Kurdistanê li gel Yekîtî, Goran, Yekgirtû û Komel dicive.
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî merasîma derçûyên dewreya 16emîn a Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê tê lidarxistin.
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna efseran li Kolêja Qelaçiwalan birêve diçe
Îro di merasîm derçûna xula 16emîn a Pêşmerge li kolêja serbazî ya li Qelaçwlan de 503 efser û Pêşmerge derdiçin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amade dibe.
Koleja Leşkerî a Qelaçwlan kolejeke berevaniyê ye bo xwendina leşkerî û pêşxistina efserên akademîk di refên pêşmergan de di 24.12. 1991ê hat damezrandin û 15.01.1992an dest bi wergirtina xwendekaran kiriye. Ewên ku bawernameya wan di ser amadeyî hebin tên wergirtin û piştî 28 mehên rahênanê dibin efser.
09:45
Derbarê civîna serokê Herêma Kurdistanê ligel hizb û aliyên siyasî, Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistan, Yekgirtûya Islamî Ya Kurdistan, Û Komela Dadgerî Ya Kurdistan, nerînên xwe derbirrîn.
Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistan (YNK) Seidî Ehmed Pîre, ji Rûdawê re ragihand: Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê gaveke girîng e û pêwîst e ev serdan yekrêziyeke xurt bo Bexdayê dirust bike.
Seidî Ehmed Pîre amaje bi wê yekê da ku , ev gotûbêj bandorê li ser aramiya Herêma Kurdistanê dikin.
Hevdem Musenna Emîn, endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Islamî Ya Kurdistan ji Rûdawê re ragihand, gaveke erênî ye ku, serokê Herêma Kurdistanê guhdariyê li hizban bike, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û kêşeyan ligel Bexdayê.
Musenna Emîn got: “Weke Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan, em ê têbînî û rexneyên xwe li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê deynin. Weke berpirsiyariyeke xwe, em bi eşkere her gazineke xwe dikin.”
Nêçîrvan Barzanî, serdana baregeha Encûmena Bilind a Komela Dadgerî Ya Kurdistan dike. Di wê derbarê de, Endamê Encûmena Bilind a Komela Dadgerî ya Kurdistanê Farûq Elî, ji Rûdawê re got: “Em pêşwaziyê li şikandina vê sarbûna siyasî dikin û hêvîdar in bibe cihê aştewahiya siyasî û civakî û bidawîanînê bi krîzan.”
Ferîdûn Ebdulqadir: Nêçîrvan Barzanî kesekî nerm e guhdariya dengê cuda dike
Li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Ferîdûn Ebdulqadir ragihand ku Nêçîrvan Barzanî kesekyeteke nerm e û dikare guh bide dengên cuda.
Li gorî Ferîdûn Abdulqadir, di gelek pirsgirêkan de ku li Herêma Kurdistanê çê bûne, tevgerên dîplomatîk ên serok Nêçîrvan Barzanî deriyên çareseriyê vekirin.
Siyasetmedar Ferîdûn Ebdulqadir derbarê berbijêrê bo posta serokkomariya Iraqê de jî got ku beriya niha Serok Mesûd Barzanî ragihandiye ku ew ne li dijî wê yekê ye ku postê serokkomar bo YNKê be, lê divê li ser navekî lihev bikin.
Li gorî nêrîna Ferîdûn gavên mezin hatine avêtin û derfeta lihevkirinê li ser berbijêrekî postê serokkomar heye.
09:19
Nêrîna welatiyan derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de
Nêrîna welatiyan derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de
Derbarê serdana serokê herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê, Rûdawê nêrîna beşek ji welatiyên Herêma Kurdistanê wergirtin.
Welatî dibêjin ku ev serdan di vê demê de gelekî girîng û erênî ye.
Beşeke Welatî dibêjin ku ev serdan dê PDKê û YNKê bêtir ji hev nêzîk bike û gotin ku ev destpêşxeriya serok Nêçîrvan Barzanî daxwaza hemû welatiyan e û rê li ber nakokiyan digire.
Sala bûrî di 4 meha Gulanê de, hewleke din ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo komkirina aliyên siyasî hebû, dîsan Serokê Herêma Kurdistanê serdana Silêmaniyê kir û li gel Yekîtî, Goran, Yekgirtû, Komel û Hizba Sosyalîst civiyabû.
08:53
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî merasîma derçûyên dewreya 16emîn a Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê tê lidarxistin.
Nêçîrvan Barzanî dê li Silêmaniyê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Civaka Dadweriya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bicive.
Nêçîrvan Barzanî piştî beşdarbûna merasimê dê bi Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re bicive.
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî ragihand, destpêka civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li mala Mam Celal li Debaşan dibe û li gel hevserokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî dicive.
Pirsên posta Serokkomar, milmilaniya di navbera Partî û Yekîtî, babeta hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, şerê medyayî yê di navbera PDK û YNKê de ku heftiyeke hatiye rawestandin, asayîkirina peywendiyên di navbera aliyên siyasî de mijarên sereke yên civînên Serokê Herêma Kurdistanê dibe li Silêmaniyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Tevgera Goran û piştre jî Yekgirtûya Islamî û Komela dadgerî ya Kurdistanê jî dicive.
Peyamnêrê Rûdaw Horvan Rifat jî ragihand, çend roj in amadekarî ji bo serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Silêmaniyê dike, di çarçoveya hewlên Serokê Herêma Kurdistanê de ji bo Aştiya di navbera aliyên siyasî de.