Li Kantona Cizîrê operasyona madeyên hişbir, 2 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 2 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatin girtin.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) ragihand ku hêzên wan 4ê Gulanê li Qamişlo û Çil Axayê ji bo rêlibergirtina madeyên hişbir 2 operasyonên serkeftî pêk anîne.
Asayîşê da zanîn ku di wan her du operasyonan de 2 kesên ku karê bazirganî û belavkirina madeyên hişbir dikirin hatine girtin.
Li gorî Asayîşê, di encama wan operasyonan de çek û gelek madeyên hişbir hatine bidestxistin.
Hêzên Asayîşê piştî wergirtina îfadeyan kesên girtî birin dadgehê.