Dîplomatên Amerîkayî Şaredariya Amedê ziyaret kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomatên Amerîkayî bi hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun re civiyan

Wekîlê Konsulê Amerîkayê yê Edeneyê Roland McKay û Ataşeyê Dîplomasiya Giştî Adam Benz îro çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê serdanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de li ser birêvebiriyên herêmî û hevkariya wan nêrîn hatin parvekirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo serdanê kêfxweşiya xwe nîşan da û spasiya wan kir.

Di dema serdanê de, Alîkara Sekretera Giştî Zerîn Turk, Hevberdevkên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn û endama Meclisê Gulay Kiliç jî li gel Hevşaredaran bûn.