Koça masiyan a ji Gola Wanê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Koça masiyên darex (masiyên taybet ên Gola Wanê ne) a ji nav ava şor a Gola Wanê ya ber bi çavkaniyên ava şêrin ên li qeraxên golê dest pê kir.

Li Çemê Bergiriyê yê li Wanê Bakurê Kurdistanê liv û tevgera masiyên di nav çem de zêde bûye.

Bi gotina pisporan, ev geşta masiyan bi şevan zêdetir dibe, ji ber ku wê demê hest bi ewlehiyeke zêdetir dikin.

Mamosteyê Zanîngehê Mustefa Akkuş li ser mijarê got:

"Ew xala ku em niha lê ne, jêr pira sereke ya rûbarê Bergiriyê ye. Koçkirin bi şevan zêdetir e, ji ber ku masî bi şevan hest dikin ku bi ewletir in.

Dema bi şev tên qeraxên rûbaran, mirov dibîne ku masî wekî rûbarekî ber bi jor ve diçin."

Koça masiyan dîmenên balkêş derdixe holê, bi taybetî dema ku xwe ji ser berbestên li pêşiya xwe diavêjin.

Her sal bi hezaran geştiyarên navxwe û biyanî ji bo dîtina van dîmenan diçin Wanê.

“Bêhempa ye”

Geştyar Yasemîn Doganay yek ji wan kesan e û wiha peyivî:

"Em îro ji bo dîtina koça masiyên darex hatine vir. Li vir di nava vê xwezaya bêwêne de, dîtina têkoşîna van masiyan a li dijî herikîna avê û têkoşîna qaqlîbazan a ji bo nêçîra wan, bi rastî diyardeyeke xwezayî ya bêhempa ye."

Masiyên darex cureyekî masiyan ê kêmpeyda ne û li cîhanê tenê di nav Gola Wanê de dijîn.

Ev masî li derdora Gola Wan dibin çavkaniya debara jiyanê ya bêhtirî 15 hezar kesan.

Her sal ji 15ê Nîsanê heta 15ê Tîrmehê, bi mebesta xerzdanînê berevajî herikîna ava rûbaran koç dikin û di vê demê de nêçîra wan qedexe ye.