Navenda Nûçeyan – Firokeyên Artêşa Tirkiyê duh parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê bomberbaran kirin.
Desthilata Tirk vê heftiyê qedexeya çûna derve sepande ser 25 gundên bajarokên Hênê, Licê û Farqînê li Diyarbekir.
Li gorî daxuyaniyeke liser malpera Sererkaniya Tirk, firokeyên şer ên Tirkiyê li Licêya Bakurê Kurdistanê û devera Heftanîn a Başûrê Kurdistanê êrîşên asmanî pêk anîne ku têde "15 xalên PKKê tune kirine."
Daxuyaniyeke liser malpera baskê çekdar ê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) êrîşên asmanî yên li Başûrê Kurdistanê piştrast kir û diyar kir ku ji bilî Heftanînê, Geliyê Zergelê yê Qendîlê jî bûye hedef.
Ji aliyê din ve çapemeniya Tirkiye got piştî êrîşên asmanî li Diyarbekirê hêzên bejayî yên Tirk bi beşdariya 7 hezar leşkerî li Licê, Pasûr û Hezro dest bi operasyoneke berfireh kiriye.
Gundiyên deverê ku digel Rûdawê axaftin gotin jiber dengê bombe û topan ew nikarin razin û ewlehiya wan nayê.
Hinek ji gundên ku artêşa Tirk li wan dest bi şer kiriye salên 1990an dîsa ji aliyê desthilata Tirk ve hatibûn şewitandin û valakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse