Dabeşkirina alîkariyan bo malbatên şehîdan didome
Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Silêmaniyê, li Helebçeyê, li Kerkûkê û li navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê, alîkariya darayî da malbatên pêşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne.
Xwediyê Korek Telecomê û Fermandarê Pêşmerge Sîrwan Barzanî, bi rêya dezgeha xêrxwaziyê ji bo her malbateke şehîdekî 800 dolar alîkarî dabîn kir.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî îro li Silêmaniyê, li Helebçeyê,li Kerkûkê û li Akrê alîkariya darayî da malbatên şehîdan.
Peyamnêrê Rûdawê Yûsiv Mûsa ji Zaxoyê ragihand, dezgeha xêrxwaziyê îro li 84 malbatên şehîdan alîkarî belav kir.
Herwiha peyamnêrê me Pêşewa Pehlewî jî ji Akrê ragihand, li Akrê jî dezgeha xêrxwaziyê, alîkarî daye 126 malbatên şehîdên pêşmerge.
Li Kerkûkê jî îro ji bo 228 malbatên pêşmergeyên şehîd û rehîn, alîkarî hatine dayîn.
Berpirsê Çapemeniyê yê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Îbrahîm Semîn ji Rûdawê re ragihand:
“Ji bo malbatên peşmergeyên şehîd, bi tevahî 1 milyar 410 milyon dînar (1 milyon 130 hezar dolar) alîkariya darayî tê dayîn. Sîrwan Barzanî bi rêya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkariya darayî dabîn kir. Ev proje bêyî ku ciyawazî were kirin, hate amadekirin. Li seranserê Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de hejmara pêşmergeyên ku şehîd bûne 1410 e. Li gor lîsteya ku ji Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin, alîkarî tê dayîn. Eger kêmasiyek hebe, malbatên şehîdan dikarin bi belgeya Wezareta Pêşmerge serî li dezgehê bidin.”
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di 16ê Hezîranê de li Hewlêrê ji bo alîkariyê çalakiyek li dar xistibû û biryar hatibû dayîn ku heta dawiya meha Remezanê, alîkarî werin dabeşkirin.