Li Êlihê qeyûm nivîs û hişyariyên bi Kurdî jê birin
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Êlihê, Hulusî Şahîn ku wek Qeyûmê Şaredariya Êlihê hatiye destnîşankirin, nivî û hişyariyên bi Kurdî jê birin.
Qeyûmê Şaredariya Êlihê, bi biryarekê nivîsên bi Kurdî yên li cadeyên nav bajêr ku ji bo hatinûçûna kesên peya hatibûn nivîsandin, jê birin.
Nivîs û agahdarkirinên li ser cadeyan pêştir dema ku şaredarî di destê HDPê de bû, bi herdu zimanên Tirkî û Kurdî hatibûn nivîsandin. Ew nivîs di dema şaredarê HDPyî Mehmet Demir de hatibûn nivîsandin.
Li ser cadeyan bi zimanê Kurdî, Pêşî Peya û bi Zimanê Tirkî Once Yaya hatibûn nivîsandin. Lê bi biryara qeyûm, tenê nivîsên bi Kurdî hatine reşkirin û nivîsên bi Tirkî weke xwe mane.
Jêbirina wan nivîs û agahdarkirinên bi Kurdî yên li ser cadeyên Êlihê (Batman) li ser medyaya civakî rastî bertek û nerazîbûneke mezin hat.
Qeyûmê Şaredariya Êlihê, Hulusî Şahîn pêştir beşa Kurdî ya malpera fermî ya şaredariyê jî rakiribû, lê piştî gelek bertek û nerazîbûnan neçar mabû ku dubare beşa Kurdî ya wê malperê vegerîne.
Her piştî ku qeyûmê Şaredariya Êlihê, şahîn dest bi erkê kir, zimanzanê Kurd, Zana Farqînî ji kar hatibû derxistin.