Kongreya Amerîkayê hewl dide sîstemên berevaniya asmanî bide Pêşmerge

22-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hêzên Pêşmerge Kurdistan Amerîka Kongreya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Amerîkayê kar li ser dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo Hêzên Pêşmerge dike û Encûmena Nûnerên Amerîkayê di çarçoveya gotûbêjkirina bûdceya berevaniyê ya sala 2024ê de madeyek bo wê yekê pesend kir.

Pêşnûme ji aliyê endamê Kongreyê yê Komarî Don Bacon ve hat pêşniyar kirin û deng li ser hat dayîn û bi piraniya dengan li Encûmena Nûneran hat qebûlkirin.

Bacon ji medyaya Brîtanî re gotiye, mijara dayîna sîstema berevaniya esmanî bo Pêşmerge ji aliyê her du partiyên di kongreyê de bi awayekî bihêz tê piştevanîkirin, lê divê Kongresa Amerîkayê, yanî her du aliyên Encûmena Nûneran û Senato vê gavê bipejirînin.

Wî endamê Kongresê herwiha got, ew dê daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê bike ku planeke kar ji bo perwerdekirina Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê amade bike û cîbicî bike ji bo parastina xwe li hember “mûşek û firokeyên bê firokevan ên Îranê.”

Medyayên rojavayî dibêjin, hewla endamên Kongresê bo dabînkirina sîstemên berevaniya esmanî bo Hêzên Pêşmerge di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê di dema borî de rastî êrişên mûşekî û firokeyên bê firokevan ên Îran û Tirkiyê hatibû.

Roja 28ê Îlona 2022an, Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşek û dronan êrişî Keleha Demokrat û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de kir û di encama wan êrîşan de 18 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha roja 13-03-2022, Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir. Supaya Pasdaran yekser got ku wan êrîş bi 12 mûşekên balîstîk pêk anîne û navendeke Îsraîlê kirine armanc. Lê rayedarên Herêma Kurdistanê ev yek red kirin.

Di wê êrîşê de mala sermayedarê Kurd Şêx Baz Kerîm hatibû armanckirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst