Ji bo dema ku bimire gora xwe kola, roja piştî wê mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bongilanê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê kesekî gora xwe da kolandin û helalî xwest û roja din jî mir û pişt re di wê gorê de hat veşartin.

Li navçeya Bongilanê ya Çewlîgê bûyereke ecêb û xemgîn çêbû ku mirovan matmayî dihêle.

Kesekî bi navê Muzaffer Dîken (65) bi hevjîna xwe re ji Stenbolê ji bo serdanê çû warê xwe.

Muzaffer Dîken li cihê bav û kalên xwe piştî ku çû gora dayik û bavê xwe ziyaret kir biryar da ji bo xwe û hevjîna xwe jî gorekê bikole.

Muzaffer Dîken li kêleka gora dayik û bavê xwe, ji bo xwe û hevjîna xwe jî du gor dan kolandin û dîmenên wê kêliyê bi telefona xwe girtin û got bila amade be heta rojekê lazim bibe.

Li gorî zanyariyan Muzaffer Dîken û hevjîna xwe xwe amade dikirin ku vegerin Stenbolê û li benda taksiyê bûn da ku biçin Balafirgeha Çewlîgê.

Lê li ser rêya çûyînê krîza dil li Muzffer Dîken da û mir.

Dîken di gora ku bi xwe dabû kolandin de hat veşartin.

Di dîmenan de tê dîtin ku dema hevalên wî dipirsin ka ew gor a kê ye? Dîken bi ken bersiv dide û dibêje:

“Gora min e, min amadehiya xwe kir. Min du gor dan çêkirin. Yek jî ya hevjîna min e."