Fadil Ozçelîk
Dihok (Rûdaw) - Ew niha li Rûsyayê serokê beşa cerahiya mêjî û piştê yê nexweşxaneya bajarê Reutov e. Dr. Nidal Husên derbarê kariyera xwe de diyar kir ku wî destpêkê dixwest ku matematîk û fizîkê bixwîne lê ew niha dibêje "eger ez ne ev bijîşk bûma, pêwistiya jiyanê jî nedikir."
Dr. Nidal Husên tîne zimên ku karê wî karekî di navbera jiyan û mirinê de ye, eger mirov di vî karî de serkeftî be, gellek mirov ji mirinê tên rizgarkirin: “ Lê berevajiyê vê jî, gava ku tu nezan bî, dibe ku tu nexweşên xwe bikujî û ew beriya wexta xwe ji vê jiyanê koç bikin. Ji ber vê yekê, dive doktor her xwe bi pêşve bibin û ziyanê negihînin mirovan.“
Di nava 30 bijîşkên herî jêhatî de ye
Pisporê cerahiya mêjî û piştê Nidal Husên li nexweşxana bajarê Retovê rojane emeliyatên mêjî û piştê bi metodên kevin û nû dike. Ew herwiha beriya mehekî wekî bijîşkê mistewaya bilind li Rûsyayê hate hilbijartin.
Dr. Nidal Hisên 12 salan li mezintirîn nexweşxaneya Moskowê ya bi navê Monîkî kar kiriye. Wî di vê demê de bijîşkiya nexweşên bi travmayê, nexweşiyên newrolojîk û reanîmasyon kiriye. Ji ber van karên wî ew di nava 600 bijîşkan de wekî yek ji 30 bijîşkên herî astbilind hate hilbijartin.
Bijîjkê kurd yê bi eslê xwe ji gundê Beyazê yê ser bi Tirbesipiyê beriya demeke kurt serdana Başûrê Kurdistanê jî kir û li nexweşxaneyeke li Hewlêrê tevlî hinek emeliyatên mohrikên piştê bû: “Ez dixwazim û hêvî dikim ku di vî karî de heta ku bikaribim bi pêş bikevim. Hêvî dikim ku rojekê ji rojan li Kurdistanê derfet çêbibe ku nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bi dest bixim û li wir van hemû tecrûbe û zanebûnên xwe bixim xizmeta gelê xwe de.
“Kes guhê xwe nade nexweşên wargeha Domîz“
Dr. Nidal Husên sê rojên xwe yên li Başûrê Kurdistanê di nava koçberên ji Rojavayê Kurdistanê yên li wargeha Domîz dijîn de derbas kirin. Wî herwiha 600 kg dermanên ku ji aliyê Navenda Nivîskar û Rojnamegerên Kurdên Sûriyê berhev kiribû jî radestî birêveberiya wargehê kir. Derbarê çavdêriyên xwe yên li wargeha Domîz de ew wiha axivî: “Serê sedî nodê xelkê di stresê de ye. Alîkariya Bijîşkên Bêsînor zêde kêm e. Bi Sedan nexweş hene lê kesekî ku guhê xwe bide wan nîn e. Kesên li wir bi karê tenduristiyê ve mijûl in, sere sere karê xwe dikin. Di wî alî de alîkariyeke mezin ya rêxistinkirî pêwist e.“

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse