Dêrsim – Bi tena serê xwe komkujiya Sirûcê şermezar kir

 

Dêrsîm (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, keçikekê bi tena serê xwe  li ber avahiya Partiya Dad û Geşedan (AK Partî) rûnişt û teqîna Sirûcê protesto kir.

Duh danê êvarê keçikek bi navê Nesrîn li ber avahiya AK Partiyê ya li taxa Sîhengê ya Dêrsimê, bi boneya protestokirina komkujiya Sirûcê qasî demjimêr û nîvê bi vekirina pankartekê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Nesrînê ku li pankarteke mezin li pêşiya xwe danîbû, ji Rûdawê re got: “Li Sirûcê bedenên mirovan hatin parçekirin. Ez jî li vir li ser navê Bereya Gel a Dêrsîmê çalakiya yek kesî ya rûniştinê li ber avahiya AK Partiyê pêk tînim. Armanca me ew e ku balê bikşînim ser komkujiya Sirûcê da ku bê zanîn em ti carî vê komkujiyê efû nakin.”

Li ser pankarta wê çalakvanê wiha hatibû nivîsandin: “Duh li Amedê îro li Sirûcê, ya ku dikuje jî AKP ye. Emê hesabên komkujiyan bixwazin… Bereya Gel a Dêrsimê”.


Nesrîn li ber avahiya AKPê