Kerkûk (Rûdaw) – Li gundê Şinawe ya navçeya Dûbiz a Kerkûkê, zilamek 50 sal in cilê jinan li xwe dike. Ew di malekê de bi tenê dijî, ajelan xwedî dike û malbata wî jî pêwendiyên xwe yên li gel wî birîne.
Navê vî zilamî Hebûbe Elî ye. Bi gotina wî heta baliq nebûye jî di gund de ti kesî nezaniye ku ew zilam e.
Hebûbe 64 salî ye, her dem cilên reş ên jinan li xwe dike. Herwekî jinan çarikeke reş jî dide serê xwe. Ji zarokatiyê ve malbata wî weke keçikekê li gel danûstandin kirine.
Hebûbe pora xwe weke ya jinan dirêj kiriye û dibêje: “Di zarokatiyê de jî pora min dirêj bû. Ez bixwe jî gelek ciwan bûm. Dayik û bavê min digotin keça me ye. Ez weke kur nedidîtim. Dema mêvan an jî xizmeke me dihat, dayik û bavê min ez di tendûrê de, yan jî di dolabê de vedişartim. Dema mezin bûn êdî hemû kesan zanî ez zilam im.”
Hebûbe Elî piraniya xwarinên ku jin çêdikin dizane. Birinc, serûpê, biryani, dolme û gelek xwarinên din çêdike û dibêje: “Heta niha 3 caran jî xwazgîniyên min hatine.” Hebûbe bi jinekê re zewîciye, kurek û keçekê wan çêbûye lê hevjîna wî ev 10 sal in zarokên xwe birine û çûne.
Ew bi xwedîkirina mirîşk, pez û çêlekan debara jiyana xwe dike. Mast û hêkên xwe dibe li navçeya Dubizê difiroşe, dema diçe navçeyê jî cilên jinan li ber wî ye. Ne malbat, ne jî xizmên wî pirsa Hebûbe nakin.
Hebûbe dibêje: “Ez ji 9 saliya xwe ve ajelan xwedî dikim. Bêyî ajelan jî sebra min nayê. Xizmên min pirsa min nakin. Ti kes nayê serdana min. Tenê Xwedayê min heye. Ez bi firotina mast, debara jiyana xwe dikim. Êma ajelên xwe dikirim û wan xwedî dikim.”
Malbata Hebûbeyê esil xelkê Hewlêrê ne lê wî di temenê xwe de ne Hewlêr û ne jî Kerkûk nedîtiye. Ew dibêje: “Eger niha herim Kerkûkê ez dê wenda bibim. Eger otomobîlek min bibe û bîne, dikarim herim nexwe bi tenê nikarim.”
Kêmbûna elektrîk û avê, bilindbûna pileyên germê dibe asteng li pêşiya wî û nikare karên xwe yên rojane bike. Weke ku ew diyar dike, eger rojekê ajelên xwe nebe derve, nexweş dikevin û telef dibin.
Hebûbe niha ditirse ku bimre lê kes nebe wî veşêre. Herwiha gelek bêriya zarokên xwe dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse