Li Meletiyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşar a Meletiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro erdhejek li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Wêranşar a Meletiyê çê bûye û hêza wê 4.2 pileyê rîxter bûye.

AFADê diyar kiriye, erdhej saet 17:43an û di kûrahiya 7 kîlometriya erdê de çêbûye.

Derbarê erdhejê zirar hebûye yan na de, ti zanyarî heta niha nehatiye zanîn.