Colemêrg - Cerdevanê ku ket Çemê Zapê xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê cerdevanê ku ket Çemê Zapê xeniqî.

Cerdevanê bi navê Murat Gokê 30 salî li ser rêya di navbera Colemêrg-Çelê de li ber avê şemîtî ket Çemê Zapê.

Li ser agahdarkirina hevalên wî, cendirme, tîmên AFAD û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatan de cenazeyê Murat Gok ji avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Murat Gok ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê