RIHA - Agir bi malekê ket, 3 kes bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di şewata li qata 11an a avahiyekê de 3 kes ji ber dûxanê bi jehrê ketin.

Li gorî agahiyan, şeva borî li Taxa Dogukentê li qata 11an a avahiyekê şewat derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî herêmê hatin kirin.

Di dema şewatê de 3 kes ji ber dûxanê bi jehrê ketin ku li qatên jor ên avahiyê bûn.

Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê di nava ambulansan de midaxeleyî wan kesan kir.

Ji ber şewatê zerer gihişt malê.