Li Qersê ji ber barana gur lehî rabû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê barana gur bû sedema lehiyê.

Li gundê Cemaldînê yê Qersê barana gur bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Ji ber barana gur li gund lehî çebû û hinek çem jî di ser re çûn.

Hinek ajelên ku li nêzîkî çeman diçêriyan ji ber bilindbûna avê asê man.

Li ser agahdarkriinê tîmên pêwendîdar çûn herêmê.

Tîman û gundiyan ajelên ku asê mabûn xelas kirin.