Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç got, “Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû.”
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk îro li Amedê dest bi karên xwe kir.
Ew însiyatîf roja 11ê Gulana îsal hatibû ragihandin lê bi beşdariyeke kêm.
Îro li Amedê bi beşdariyeke berfireh a alî û saziyan civîna xwe li dar xist.
Hevberdevkê Însiyatîfê Mehmet Kamaç di civînê de axivî û êrişên li Sûriyeyê yên li dijî Elewî û Durziyan şermezar kirin.
Mehmet Kamaç bal kişand li ser pêvajoya naha û yekîtiya Kurdan û got:
“Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.
Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû.
Em wek însiyatîf dixwazin di têkoşîna gelê Kurdan de roleke girîng bilîzin. Ji ber vê yekê li 4 parçeyên Kurdistanê çi bikeve ser milê me em dê bikin.”
Konferansên li Mêrdîn û Bazîdê
Kamaç da zanîn ku dê ji bo yekitiya Kurdan konferansan li Mêrdîn û navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dar bixin û got:
“Em dê wan konferansan diyariyî Ehmedê Xanî bikin. Her du cih di warê dîrokî de gelekî girîng in.
Em dê di van konferansan de yekitiyê, têkoşînê û geşedanên pêvajoyê gotûbêj bikin.”