Li Semsûrê şopên Serdema Bronzî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya Semsûrê di xebatên şûnwarnasiyê de gorên kevirî yên ji Serdema Romayê û şopên niştecihbûnê yên ji Serdema Bronzî hatin dîtin.

Tîmên Rêveberiya Çand û Geştiyariyê ya Parêzgehê = ku li derdora gundê Rişwanê dixebitin, rastî gorên kevirî yên ji Serdema Romayê, gorên curbicur û şopên niştecihbûnê yên ji Serdema Bronzî hatin.

Rêveberê Muzeya Semsûrê Mehmet Alkan got ku qada navborî li ser erdeke bi qasî 50 hektarî belav bûye û anî ziman ku herêm hem bi dewlemendiya xwe ya dîrokî û hem jî bi curbicuriya mîmariya xwe balê dikişîne.

Alkan da zanîn ku gorên ku wan dîtine, cara yekem e li Semsûrê rastî wan tên û tekez kir ku ew gor ji Serdema Romayê ne.

Alkan anî ziman ku qad ne tenê bi Serdema Romayê sînordar e û di lêkolînên rûyê erdê de şopên niştecihbûnê yên ji Serdema Bronzî jî hatine dîtin.

Alkan destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku li herêmê jiyaneke bênavber û pirdemî hebûye û got ku ji bo parastina herêmê serlêdanên pêwîst hatine kirin.

Alkan her wiha got, dema ku ew qada 50 hektarî wekî "qada sîtê" were tescîlkirin, dê bibe mezintirîn qada sîtê ya Semsûrê.