Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriy El-Partî rexne li daxuyaniyên Siûd Mela girt û got ku ew dixwaze fitneyê di nav partiyên tevgera kurdî de biçîne.
Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê baskê Nesredîn Îbrahîm duh daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku Siûd Mela di daxuyaniyên xwe de êrîşî hevalên xwe weke Mistefa Cuma û Ebdulhekîm Beşar kiriye berî ku êrîşî me bike û got ku Siûd Mela hêviyên cemawer û hevalên xwe şikandin.
Siûd Mela di daxuyaniyekê de gotibû ku Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê El-Partî ne li ser bingeheke rast hatiye avakirin û di kongreya 8an de ji partiya bingeh, weke ku dibêje, veqetiyaye.
Duh jî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê êrîşî Siûd Mela kir û got ku ew dixwaze pirsgirêkên navxwe di nav partiya xwe de veşêre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse