Burkan El-Firat: Hêzên YPG di nav Girê Spî de ne
Navenda Nûçeyan - Berdevkê Fermî ya Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Şervan Derwîş diblje şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) di nava bajarê Girê Spî de ne û ew nûçeyên behsa derketina wan ji nav wî bajarî dikin nerast in.
Berdevkê Fermî ya Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Şervan Derwîş derbarê îdiyan dibêje “hêzên YPG’ê xwe ji Girê Spî vekişandin” daxuyaniyek da.
Derwîş got, armanca wan ew e ku xurtkirina hevgirtina civakî ya di navbera hemû pêkhateyan de ye û bila ti kes îdîayan li ser deverên ku hêzên Burkan El-Firat rizgar dikin, nekin armanca xwe.
Herwiha Derwîş anî ziman piraniyan wan nûçeyan ji aliyê dezgehên ragihandina Tirkiyeyê ve têne belavkirin.