Agirê li Colemêrgê hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê agirê ku bi dehlê ket hat vemirandin.

Li nêzîkî gundê Zêrikê yê Şemzînanê ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn agir bi dehlê ket.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên Birêvebiriya Daristanê, cendirme, AFAD û îtfaiyeyê çûn herêmê.

Tîman tevî alîkariya xelkê midaxeleyê agir.

Tîman û xelkê piştî çend seatan agirê ku bi dehlê ketibû vemirand.